Share |

Amed bi Helbestan Arjen Arî bi Bîr Anî

 

Nivîskarên kurd li Amedê ji bo bîranîna helbestvanê bi nav û deng Arjen Arî bernameyeke yadkirinê li dar xistin. Heval û hogirên Arî di evê bernameyê de, ew bi helbestan bi bîr anîn.

Komeleya Nivîskarên Kurd û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo yadkirina helbestvan Arjen Arî, danê êvarê li Navenda Çand û Ciwanan a Peyasê bernameyek li dar xist. Gelek romanûs, helbestvan, çîroknûs û hezkiriyên Arjen Arî di bernameyê de amade bûn. Heval û dostên Arjen Arî helbestên ku li ser çêkiribûn xwendin û hin helbestvanan jî helbestên Arî pêşkêş kirin. Hunermend Mehmet Atli jî di vê bernameyê de stranên ku ji helbestên Arî dixwîne, ji bo beşdaran got.

Nivîskar Dilawer Zeraq jî di bernameyê de axaftina vekirinê kir. Zeraq, behsa bîranînên xwe û Arî kirin. Kurê helbestvanê navdar Behzat Arî jî behsa jiyan, hest û ramanên bavê xwe kir û got Arî ji bo wî lehengekî mezin bûye. Şerefxanê Cizîrî jî di bernameyê de behsa hin taybetiyên Arî kir û xwest hemû kes di saxiya wan de li nivîskar û rewşenbîran xwedî derkevin.

Helbestvan Kawa Nemir jî destnîşan kir Arî yek ji wan helbestvanên mezin e ku divê kurd li ser rêça wî biçin û got Kurdistan deyndarê Arî ye.

Helbestvan Berken Bereh jî bi awayeke zanyarî behsa rist, têgeh û hevokên helbesta Arjen Arî kir. Bereh  bal kişand, ku Arî di helbestên xwe de behsa rih, giyan û têkoşîna kurdan kiriye û di gelek helbestên xwe de jî “hez” û “evînê” bi hostetî nivîsandiye.

Helbestvan Bereh destnîşan kir, ku Arjen Arî cegerxwînê duyemîn ên serdema xwe ye û wî bi helwest û helbesta xwe ûcdana gelê kurd temsîl kiriye. Bereh, wiha axivî: “Ew Arjen Ariyê ku ji balixbûna xwe her ji bo avakirina wan sînorên neteweyî yên dewletbûnê têkoşiya, berhemên hêja afirandin. Arjen Arî ne tenê kurd bi xwe bû. Ûcdana kurdan bû. Em di helbestên Arjen Arî de dîroka kurdan a li ber dest a nêzik bi awayeke aşkera dibînin. Arjen Arî di van 40 salên dawî de tiştên hatine serê kurdan bi awayeke gelekî xweş û hunerane û trajîk nivîsandiye. Arjen Arî rih û giyanê Kurdistanê ye. Em xwedîtiya xwe li Arjen Arî bikin em tiştên ku wî destnîşan kirine bipejirînin, em ê bikaribin bigihijin Kurdistana xwe jî.”

 

 

 

PNA-G.M/S.K