Share |

Aram ê Tîgran xewna nîvişkan ... Nizar Yosif

nemir Aram Dikran u helbestvan Nizar yosif
nemir Aram Dikran u helbestvan Nizar yosif

Du heftiyan mêvanê xewnan derî yê me quta

Dîdarê por spî bi çelte yê tejî!

Aram ê Tîgran sehwa xwe veda

Du heftiyan seyda yê awazê li min bî mêvan

Du heftiyan serkaniyên afirêner vebîn

Hestên seyda bi ser min de rijiyan

Du heftiyan ba yê nazikiya wî dil di nermijand

Du heftiyan ji ferhenga mêjoya xwe di xwend

Pîneyên pergalê me di dirûtin

Du heftiyan tiliyên wî têl di honandin

Û bi cimbişê re di lorand

Bi ba yê heskirina Ay dilberê re ez dildarbîm

Govenda Bisk bi têlê ez xapandim

Bi Şevçû yê re ez hejandim                  

Bi Nîna yê re ez li dîlanê pekandim

Bi Ay dilê xortanî re keser li min civandin

Lolo pismamo li ser hespê netewê ez revandim

Di meydana xeyalan de ez westandim

Seyda ji min negerya

Rûpelên amûreta xwe vekolandin

Bi Ay dil re ez giriyandim

Hekîmê dilan li birîndarê çolan rast nehatin

Lê dema seyda ji xew rabû û Gulfiroşek dît

Ez jî bi baskên birîndar pey re firiyam tevlî janên dil dibîm

Du heftiyan serpêhatî bi hinerê xwe di rêsandin

Du heftiyan tovê şêwirên ciwan li baxê min çandin

Û min jî hêjmarê berên wî hilbijartin

Du heftiyan li ber tevna hinerê xwe ez razandim

Di xewa şiyar de bi wênekêşiyan re ez mijûl bîm

Bi hevokên mûzîkê re azmanê min sayî bî

Du heftiyan li ser lukumandinên hunerê xwe di lerizî

Bi kederên nasname yê re xem civandin

Du heftiyan me hêviyên tî av didan

Û sozên aferînê jê re danîn

Bi sîmên xwe nexşeyan li xemila yarê bikin

Du heftiyan matmayî li ber mamoste rûniştim

Bi guman bîm ji xewnên xwe

Ji kurte şev û kurte rojan

Ez gihandim kurte salan       

Barkirina seyda ji kelha hunerê

Firandina bask spî ji hêlîna ber rijînê

Seyr di mînim kurte temen jê dibin

Wek werîse serî û binî zû diçe

Bi bînahiya dil û çavên xwe re di bînim

Jiyan tabloyek xewnê ye em xwe tê de wêne dikin.

 

17,05,13