Share |

Arjenê Arî, Arşvê Oskan… Narîn Omer

 

Hawara helbestan

 

Ez nema…

terîşa bi dara xwezeyan ve

dialînim

nema kirasê miradê

li bejna xwe dikim

Nema ez li dora goristana

dizîvirim û li ber serê weliyan

rondikan dibarînim

Ez nema pê xwas diçim

Amojgeha xwestekan

Ezê tirhikan ji dara mejî û

hestan bibirim

Ezê sînorê asê di navbera

xwe û xewnan de

ava bikim

Ezê wisa bijîm

Bê xwestek

Bê xewn û

di rondikê helbestan de

van wêjeyan bifirînim:

Jiyanek serbixwe

Razanek bê şêlupêl

Koçberiyek bê kelem û

Mirinek bê mirin.