Share |

Bîranîna 3 saliya koçkirina hunemend M. Elî şakir li Hewlêrê

Roja şemê 23-12-2023an Salvegera koça dawiyê ya hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê Mihemed Elî Şakir di bin çavdêriya dezgeha Sema ya çandi û Hunerî li Hewlêrê li hola Sema ya Capîtol Hotêl bi rê ve çû.

Bi beşdariya hejmarek mezin ji hezkiryê hunermendê mezin Mihemed Elî Şakir ji merov û kesayetiyê hunerî û siyasî û rewşenbîrî û ji rojavayê Kurdistanê û mêvan ji herêma Kurdistanê û deverên din.

 

Di şeva 3 saliya koçkirina hunermend Mihemed Elî Şakir, gelek peyv hatin gotin ji wan jî peyva malbata nemir Mihemed Elî Şakir ji aliye birayê wî hunemrend Mehmûd Ezîz ve hate xwendin û spasiya dezgeha sema kir li ser van derfetên ku dide ta ku ev çalakî werin li darxistin. û çend stran gotin, her weha peyva wezareta rewşenbîrî ya hikûmeta herêma Kurdistanê hate xwendin û paşê fîlmê dîkomentî li ser jiyana Mihemed Elî Şakir ku ji aliye rojnamavan Deniz Dargul ve hatibû amadekirin hate pêşandan û komek hunerî çend stranên hunermend M Elî şakir gotin û li dawiya şevê jî Dr. Bedirxan Sindî xelata Malbata Şakir wergirt.

 

Mihemed Elî Şakir sala 1946 li bajarê Dirbêsiyê ji dayik bûbû, derçûyê beşê zimanê Îngîlîzî bû, di sala 1968 ligel malbata xwe li bajarê Serê Kaniyê bicih bûn û li wir mamostetî kir.

Mihemed Elî Şakir bêhtirî 50 salî xizmete hunera Kurdî kiribû.

Gelek hunermendên mezin yên wekî Mihemed Şêxo û birayê wî Mehmûd Ezîz stranên wî gotine.

Gewrê, Ez Keçika Kurdî Me, Eyd û Erfat, Li Ber Dilêmin Şêrîn e, Ez Dil Ketim Wan Çavan û gelek stranên din wî çêkirine.

 Mihemed Elî Şakir di temenê xwe yê 74 salî de li bajarê Qamişlo ji ber coronayê di 24ê Kanûna Peşînê ya 2020an koça dawiyê kir.