Share |

Bîranîna 39 saliya koçkirna seydayê Cegerxwîn

 

Bi boneya salvegera koçkirina 39an ya şahsiwarê helbesta kurdî nemir seydayê Cegerxwîn, li roja 22-20-2023 Yekîtîya giştî ya nivîskar û rojnamevan kurd li Sûriya li ser gora wî ya ku li hewşa mala wî li bajarê Qamişlo ahengek li darxistin.

Aheng bi xuleyekê bê deng destpêkir li ser canê wî û hemû pakrewanên Kurdistanê.

 

Mamoste Mûhammed Aşref helbestek ji yên nemir xwend, Paşê Mamoste Dilawerê Zengî gotinek li ser nemir pêşkêş kir.

Têde li ser kesayetîya wî axivî û bandora wî li ser nifşê wî û nifşên ku wê piştî wan bên

û ew nola cangoriykî berz kir di ber doza milet

Wî de, û xebata wî di belavkirina hişmendiyê

Û rewşenbîriyê di nav civaka gelêrî û belengaz

Û navxwedana ji bo bidestxistina zanyarî

Dûvre belge filimek hate berbiçav kirin ji amedekirina mamoste Dilovan Çeto bi beşdarbûna mamoste Abdulhamid Cimo,

Endamê yekîtîya giştî ya nivîskar û rojnamevan kurd li Sûriya, Tê de amedekar pêvajoya nemir û seyrangeha di jiyanê de tê de kûrtkir

Ji wan belgeyên ku dane hev Û hevpeyvînên ku bi dost û hevalên wî kiribûn.

Hêjayî gotinê ku amedekarê filim ragihandêr Dilovan Çeto Bi karê montacê rabibû

Hûnermend Sefqan Orkêş jî dewla xwe di ava Ahengê dakir, Bi gotinekê li ser nemir

Paşê stranek ji gotinên wî pêşkêş kir.

Di dawiya Ahengê de Mamoste Boneya gotinekê li cemaweran pêşkêş kir, Spasiya hemû yên ku beşdarbûn Ji komîteya amadekar ta cemaweran ta yekîtîya giştî, Têde kêfxweşiya xwe anî zimên ji dilsoziya ya ku ji zîçên miletê xwe Û xemgînîya xwe ji anî zimên ji ber ku ew nikarî bû Ahengek beşdar bibe

Di kûrahiya êşa jidestdanê,

Lê belê ez pir kêfxweş bûm Bi dîtina vî cemawerê dilsoz.

Di dawiya dawî de, Yekîtîya giştî ya nivîskar û rojnamevan kurd li Sûriya, Şaxê welêt pirtûkek belavkir, Têde hin helbestên nemir komkiribûn

Û xwendin û helbestên li ser koçkirina wî yên ku ji layên hin helbestvanên gewre, ku li ser koçkirina wî nivîsandine.

 

 

Raport: Nayif Çolo

Qamişlo 22.10.2023