Share |

Bajarê hêlîna dilan Amûdê… Aras Hiso

Bajarê hêlîna dilan Amûdê
Bajarê hêlîna dilan Amûdê

Amûdê bajarê hêlîna dilan, bajarê bavê Mihemed, bajarê rewşenbîr û nivîskaran. Bajarekî xweşik û nazik ji bajarên Rojvayê kurdistanê ye. Amûdê an jî Orkêş bi navê deşta Mêrdînê jî dihat naskirin, Osmaniyan jî nav lê kir Girê Kemaliyê. Li ser navlêkirina bajarê Amûdê, li gorî kesên bi temen çîroka wê wihaye: “Keça şahê Mêrdînê kurekî xwînvexwar aniye dinê, ji ber wê jî şah ferman dide ku wî kurî ji wir derxînin û bibin nêzî girê Amûdê yê niha, lê dema ku rêwî di wir re derbas dibûn, dîtin ku zarokek bi amûdekê (stûnekê) ve girêdayî ye, wan rêwiyan ev çîrok belav kirin û bi wê herêmê re gotin Amûd. Piştre gundek li ber wî girî hate avakirin, navê Amûdê li wî gundî kirin. Êdî ew ji gundbûnê veguherî bajarekî kevnare û dîrokî yê Rojavayê Kurdistanê. Tişta herî balkêş ewe ku heta niha jî gava mirov di ber vî bajarî re dibuhire, mirov rastî dîmeneke kevnar ji şaristaniya bav û kalan tê. Bi wî awayî bajarê Amûdê yek ji bajarên herî kevnare yê ser bi Rojavayê Kurdistanê.

 

 

Dîrok û serjimariya bajarê Amûdê:

 

Dîroka bajarê Amûdê bi texmîna dîrokzanên ku dibêjin, berî zayînê bi sê hezar salî hatiye ava kirin. Di demên dawîn de Amûdê girêdayî Mêrdînê bû, piştî sala 1926an û bi danîna sînor û parçekirina kurdistanê, bi bajarê Qamişlo ve hate girêdan û heta sala 1946an piştî ku Fransa ji sûriyayê derketin, bû navçeyek girêdayî bi bajarê Hesekê.

 

Piraniya şêniyên wê Kurd in û hejmarek jî xiristiyan lê dijîn. Amûdê li ser deştekê û li ser sînorê di navbera Rojava û Bakûrê kurdistanê de hatiye ava kirin, dikeve Başûrê bajarê Nisêbînê. Bajarê Nisêbînê jî ji Amûdê ve xûya dike. Amûdê nêzî 30 km ji bajarê Qamişlo dûr e û bi qasî 75 km ji bajarê Hesekê dûr e. Rûpîvana herêmê 990 hezar km ye.

 

 

Di warê berhemdariyê:

 

Piraniya xelkên Amûdê di warê çandiniyê de dixebitin, hinek ji wan jî di karên destan de dixebitin. Derdora 160 gund girêdayî bajarê Amûdê ne. Amûdê li ser deştekê hatiye avakirin, bi havînan germ e û di zivistanan de jî sar e, ji aliyê baxçeyên daristanan û hawîrdorê ve jî xizan e. Çandiniya herêmê bi piranî genim, ceh, nîsk, nok û hwd ye. Çandinî di aboriya herêmê de roleke mezin dilîz e.

Di warê şûnwariyê de:

 

li Amûdê sê girên dîrokî hene, Girê Şermola, Girê Şaxir Bazar, Girê Mozan. Mixabin li wan giran xapandin hate kirin, ji bo naskirina dîroka wan ya rastî, ji ber ku hatiye xuya kirin ku dîroka wan vedigere hezaretên kevnar ku temenê wan zêdtirî sê hezar sal e.

 

 

Çend bûyerên dîrokî:

 

Di sala 1936an de Firensiyan bajarê Amûdê bi pênc firokeyên şer bombebaran kirin, ku ew piştî serhildana Seîd Axa Deqorî bû. Di 13ê mijdara sala 1960an de bûyereke xemgîn û bi şewat bi ser xelkê Amûdê de hat. Careke din agir bi dilê dayikan xistin, careke din dijmin hovîtiya xwe li ser gelê Kurd nîşan da. Vê carê armanc ji qirkirina nifşeke ji Kurdan bû. Di dema şoreşa Cezayîrê ya li dijî Firensiyan ya ku di sala 1954an dest pê kir. Ji zarokên dibistanên Amûdê xwestin ku her yek ji wan 25 qirûşan bîne ji bo temaşekirina filmekê di sînema Şehrezar de, ji bo ku wan peran wekî alîkarî ji şoreşa Cezayîrê re bişînin. 500 zarok di sînemê de civandin, filmê dest pê kir, piştî kêliyeke bêdeng agir bi sînemê ket, 284 zarok bûne qurbanî, ku yek ji qurbaniyan Mihemed Seîd Deqorî bû, ew kesê ku bi dehan zarok ji nava agir xelas kirin. Lewma piştî wê bûyerê bi Amûda bavê Mihemed hate naskirin.

 

 

Di taybetmendiya bajarê Amûdê de bi du tiştan cudayî bajarên kurdistanê yên din e, a yekê bi têkiliya xwe ya mezin bi wêje re, ku gelek wêjevan, helbestvan û nivîskar ji wir derketine. Ya din jî bi dînên xwe têne naskirin, li Amûdê gelek dînên bi nav û deng hene, her yek ji wan jî xwedî çîrok û taybetmendiyeke cuda ye.

 

 

 

Çavkanî: Ji kovara Pênûsa Ziman. Û kurdshop

 

Wêne: Ji malpera Rûdaw ê.