Share |

Bang bide... Kamran Hedilî

Ji Tahir Elçî re

 

 

 

Minara Çarling

bang bide û bêje

Tahirê min

Paqijê min

kelemê di çavên çavsoran de

parêzvanê rastîbêj

tu çima bêpêjinî

lingên min birîndar in

bi birîna serê xwe

birîna min birîndartir neke

rabe û rastî bêje

ferişteyên tenêtiyê

li benda te ne

dêwê mirinê bileze

rabe

rabe maça dawî danyne

ser birîna min

ez axîna vê sarmaçê dizanim

ev çend sed sal in

kevok aşitîyê diqîrin li vir

û li vir têne kuştin

ez leyîstikvanên vê leyîstikê

û dengê vê çekê

nas dikim

destên mijî mirinê

li vir hembêz dikin

dîsa mij e

dîsa kemîna segur e

dîsa çûk

di birîna min de dimirin

tu çima welê zû diçî

ma mirin welê dirêj e

ma mirin welê bi êşe

xwe ragire

rabe

jana bêdewletiya welatê xwe

bêje

balyozê mirinên

ji malzaroka bêdewletî

mirî dizin

rabe bêje

 

28.11.2015

K.S.Hedilî