Share |

Bavê nazê li wêjegeha Amed behsa serebûriya xwe kir.

Nivskar Bavê Nazê  û Îbrahîm Xort
Nivskar Bavê Nazê û Îbrahîm Xort

Di destpêka werzê xwe yê payizê de Wêjegeh Amedê êvara 9ê Îlonê li Ro Cafeyê, li bajarê Amedê nivskar Bavê Nazê vexwend û simînarek pêşkêş kir û nivîskar Îbrahîm Xort jî moderatorî kir.

Nivîskarê navdarê Kurd Bavê Nazê li ser sê mijarên cuda yên romana kurdî axivî (romana kurdî, serpêhatîyên xwe, zimanê kurdî). Û li dawıyê de Pirsên beşdaran bersivandin û pirtûkên xwe îmze kirin .

 

Bavê Nazê kî ye?

Bavê Nazê di sala 1946an da, li bajarê Amûda rojavayê Kurdistanê ji dayik Bûye . Nivîskar, mamoste û lêkolerê kurd e. Doktoroya xwe li Zaningeha Moskovayê, di qada wêjeyê da qedandiye. Li başûrê Kurdistanê, di zaningeha Zaxo û Duhokê da mamostetîya edebîyatê kiriye. gelek pirtûkên wî ji zimanê rûsî hatine wergêran bo zimanê erebî.

Sala 1969an ji bo xwendinê çûye welatê Soviyeta berê û sala 1980 ji zanîngeha Mosko ya hikumî nameya xwe ya diktora bi destxist .

Bavê Nazê di sala 1971an da, bi çîroka xwe ya ‘Navê Min Xoşnav e’ dest bi niviskarîya xwe dike ku aniha gelek çîrok û romanên wî hene.

Sala 1977 li gel nivîskar Rezo û Dr. Mihemed Ebdo Alnecarî û Seadeldîn Mela (komela Kawa ya rewşenbîriya Kurdî) damezirand û bi riya vê dezgehê de gelek berhemên nivîskarên kurd û ên xwe jî weşandin. 

Bavê Nazê xwedanê bi dehan pirtûk e nemaze di cûreyê wêjeya Kurdî (ROMAN) xwedanê gelek berhem afirandine.

Her weha gelek pirtûkên teorîya edebîyatê ji bo zaningehê, bi zimanê kurdî (kurmancî-bi tîpên erebî) amade kirine ku di dersan da hatine xwendin.