Share |

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê wê bê girtin?

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê ragihandibû ku ewê di 1’ê Nîsanê de dawî li weşana xwe bîne û rêvebirîya Radyoya Swêdê jibo kêmkirina mesrefan ew biryar daye.

 

Xebatkarê Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê Beşîr Kavak ji Dengê Amerîka re got ku ew bi biryara girtina redaksîyona Kurdî pir xemgîn in.

 

 

Kavak dîyar kir ku li hindur û dervayê Swêdê gelek peyamên piştgirîyê ji wan re hatine û ew hêvîdar in ku rêvebirî birayara xwe biguherîne.

 

Kavak da zanîn ku Radyoya Swêdê weşanên bi zimanê Rûsî û Tîgrînî jî bisekinîne.

 

Beşa Kurdî ya Radyoya Swêdê serê sala 2001’ê dest bi weşanê kiribû û vê gavê 4 rojnamevan tê de dixebitin.

 

 

Robîn Reşvan- dengeamerika