Share |

Beşek ji Sirûda Helepçe ya Taha Khalil …Wergera ji erebî: Rizoyê Xerzî.

Sirûda Helepçe
Sirûda Helepçe

Rêyên xwe

rondikên xwe deyne wir

ser birînên xwînê

De ka rûnê keça min

Da ku hinekî ji te re behsa te bikim

Rûne Helepçeya min a biçûk

Netirse

A li virê biçûkên te şal û şapikên xwe radixin

Ha li wirê çûkên te di bayê de matmayî mane

Para te ya mewîjan di qubalê de veşartiye

Û vaye bi dengê te em deriyê gerdûnê digirin

Li nêzî min rûne

Netirse

Ez ji weynekiyên rojê  û qirwelkên miriyan

 rizgar bûme

Ez ê gotinê tevî ji te re bikolim

Û li ser te limêj bikim

Ji dema gemiya li ser sibehên me

Rawestiyayî de

Êşê em bi xwe re dibirin

Ji dema aliyên piştxûz de

Tilî bi alî te de dibûn top

Û dagirkeran tirsa xwe ji başûrê me didan xuyakirin

Keça min

Bavê me tenê tawizek bû

Mêrên te dest ji qulikên xwe berdan û kanî ava kirin

Li çiya tiştek nema

Ji bilî hespên ku simê wan bi wan re xayin diketin

Û hinek keftelefta li hev herbilî

Û Keznîfon hat û pêl pêsîrên te kir

Wê rojê em bazdan dilê xwe

Me pê avêtin siwaran û bayê

Û me sînorên xwe ji şeş aliyan ve danî

Di başûrê bakur de

Me kevirek

Alek û xwîn hilda

Di bakurê başûr de

Me dirûşmên xwe çandin

Em tijî spîndar û darên hejîran bûn

Di binya başûr re me tîrêjên ronahiyê di gewriya xwe de belav kir

Di dilê başûr de hilbûna me hewar û reh bûn

Li jora başûr

Ey Helepçe

Me amûrên xwe

Wêneyên avahiyên xwe

Ji qralan re şandin

Û me xweda vexwend mazûvaniya xwe

Û ey Helepçeya min a biçûk

Di wê rojê de me xêz kir

Wekî aliyekî ku li ser qehfikên kevin aram nabe

Wê rojê Keznîfon nîvê başûr

Li newqa xwe pêça

Û paşê li hember me rawestiya û got:

Ey Kerdoxî… Ezê xencerên we yên di erdê çikilandî

bibim cihê xwe yê dûr

û ji Herodets re bêjim: tomar bike ez ji Kurdistanê tên

Helepçeya min a biçûk ranezê

Xew neke û erdê ji lingê xwe raneke

Ji erdê bîna hinê tê

Û tu bûkekî

Newealên rewanê te tijî şivan û bizin bûne

Şivanekî li berfê nêrî

Ta ku refên kewan matmayîna xwe nikul kirin

Şivanek ji agir û bi bask

Reng derketin holê

Û Gilgamêş li ber siya te xwe tazî dikir

Ey Gilgamêş

Te para welatê me da kê

Ew aşûrî ne di bircên xwe de

Bi wan re roj û westana çav heye

Bêrîka vexwendinekê ji bo bîranîna Hanîbalê xwe yê veşarî de kirine

Wê rojê

Me kelehên xwe rûxandin

Em zarokên xwe û şehîdên xwe giriyan

Me got ev ax a me ye

Û erd bibû mohr û baskên tawuzên serbilind

Me guh neda kesên ku navan li dever û aliyan dikin

Em tenê siya stranan

Û sozên pirtûkê bûn

Me navê Vexwendeya xwe kir Mediya

Me şîrên êzîdiyan jê re da hev

Porê koçeran

Û tirsa yên hatî

Me got emê qurbanan bidin

Da ku xwîna ziwa nabe raweste

Û me xencerên xwe zîvirandin

Me perseya gerdûnê hilda

Û tu biçûk bûyî

Û paşê me matmayîna xwe ji qurbanan re

serjêr kir

û me erd raxist

me erd li gorî dirêjiya ling û dîtina çavên xwe raxist

em çiya yê me ne

û ew yên Xwedê

paşê em razan

tu niha ranezê biçûka min

Me hespên xwe ji fîl û kelehên bilind

didan alî

Qeyseran ji tacên wan

Rûman ji Sûrên wan didan alî

Û sînorên me kew bûn

Sînorên me tawuz bûn

Û stranên dirêj

Û Zerdeşt matmayî bû di qama zarokên tund de

Tê bîra min

Carekê roj di destê me de mir

Em li ser giriyan

Giriyan û giriyan

Li wê derê golek av çêbû

Ji başûr de bû sînorê me û me navê wê kir Wan

Serê xwe veke biçûka min

Ew hinek gêjbûna kîmyewî ye û wê here

Em ê vî çiyayî tevî pûng û giyaboya wî ji te re bikelînin

Netirse keça min

Ev belbûna di sînga te de

Tenê bombeyeke

Em ê te jê bidin alî

Destê xwe nedêyê

Û jê netirse

Doh bû Dehak şahinşahiya xwe

Bi serê me yê tijî kevok dixemiland

Doh bû doh

Kurdistan kiribû goristana aliyan

Û tîqtîqa xwe tê de veşartibû

Em li Rûman digeriyan ku me rizgar bikin lê nebûn

Rondikên ku li ber dilê me bidin jî nebûn

Me xwe avête çiyayekî da ku me biparêze

Û mirin li malan digeriya

Bangdêr direya û digot

 Sibê daweta te ye ciwano

Bûkekê ji xwe re hilbijêre ku kurtahiya bedewiya kurdan be

Paşê jî fêkiyên xwe li ber deriyê seydayê me deynin

Û me teyr bi teyr

Roj bi roj

Xwe davête xwe da ku çiya ji serjêkirinê rizgar bikin, Keça min.

 

Zilamekî hesinî rabû

Ba tev kişand ba xwe

Di destê xwe de zeft kir

Zikê ezman bi xencera xwe birrî û baran bariya

Kurdekî bi qasî dûmana xwe bilind bû

Me navê wî kir Kawa

Hat û em vêxistin

Wêrekî û srûd avêtin nava agir

Bi revîna wî çiya pîroz bûn

Wê demê Hemrîn, Agirî, Şêrîn , beştiko, Botan, Şingal

Matmayîna xwe dadweşand

Erê biçûka min

Her ku em tozekê dadweşînin

Bayê ronahiyê û selawatan serhişkiyê bi me re dikin

Her ku em kaniyên xwe diherikînin

Av şawaz tê

Û em xwe li wêraniyê dipêçin

Em zêde heq jê derneketin biçûka min

 

***********