Share |

belgefîlmê dîroka Wargeha Orkêş

 

 

 

Desteya Şûnwaran û Tûrîzmê ya Kantona Cizîrê derbarê dîroka Wargeha Orkêş ya dîrokî “Girê Mozan” belgefîlmek, amade kiriye.

Ji bo danasîna Dîroka Wargeha Orkêş ‘Girê Mozan’ û giringiya wê ku yek ji şûnwarên herî qedîm ên herêma Xabûr a jorîn e û tê de şûnwarên ji serdema Neolotîk hene, ji aliyê Desteya Şûnwaran û Tûrîzmê ya Kantona Cizîrê ve belgefîlmek hatiye amadekirin. Ev 6 meh in ev belgefîlm tê amadekirin. Dirêjahiya belgefîlmek 20 deqe ye.

Ji Desteya Şûnwaran 4 kes di amadekirina belgefîlmê de cih girtin. Di amadekirina belgefîlmê de ji agahiyên dîrokî yên derbarê şûnwar de, sûd hat wergirtin. Ew agahî jî ji lêkolînên ku lêkolînerên biyanî di salên 1984’an û 2010’an de bi dest xistine, hatine wergirtin.

Di belgefîlmê de giringiya dîrokî ya şûnwar, lêkolînên ku lê hatin kirin ji destpêkê de heta dawî, tên vegotin.

Armanca belgefîlmê ew e ku şaristaniya herêma Xabûra jorîn ku li gelek herêmên weke ‘Til Bêder, Til Helef, Til Lîlan û Til Berek’ ku bi bînesaziya xwe ya ji heriyê hatiye çêkirin diyar dibe, bide nasîn. Ji wan şaristaniyan jî şaristaniya Orkêş bal dikşîne. Şûnwarê Orkêş jî ji heriyê hatiye çêkirin. Her wiha qam-filime-diroki-5gelek kevir jî tê de hatine bikaranîn. Ji ber vê yekê bînesaziya wê xurt e û dikare heta niha xwe bigre. Li vir gelek cihên weke  muzexane, perestgeh ku cihên têkiliya bi xwedayan re û duayan bûn, hene.

Di belgefîlmê de hewl tê dayîn ku hin xalên veşartî ku di dîrokê de behsê nehatiye kirin û tu kes tiştekî li ser nizane, werin diyarkirin. Yek ji van xalan dîrok û gelên ku li vê herêmê jiyan kirine. Şaristaniya Orkêş li ser destê qebîleyên ‘Horî’ hatiye avakirin. Ev yek ji herêmên ku neketiye destê tu hêzên êrîşkar tenê di destê xwediyên xwe yên resen ‘Horiyan’ de maye. Ev yek jî wê ji tevahiya şaristaniyên din ên Rojhilata Navîn cuda dike.

 

QAMIŞLO –HAWARNEWS