Share |

Belgefîlmek Li Ser Jiyana Reşîdê Kurd li Amûdê

Navenda Newroz a Vejandina Civaka Sivîl li Amûdê, û bi serpereştiya Partiya Pêşverû duh Înê belgefîlmek li ser jiyana nivîskar Reşîdê Kurd da pêşandan. Ew belgefîlm bêhtirî xwe giranî dida kar, berhem û astengiyên di jiyana Reşîdê Kurd  de.

 

Di çarçoveya vê hilkeftê de, nivîskar Taha Hisên ku derhênerê belgefîlmê ye ji Bûyer  re got” Çêkirina vî fîlmî mihekê dom kir, agahiyên ku vedihewîne tev di rêya lêkolîn,pirtûk û malabat Reşîdê Kurd re hatine bidestxistin.Mebest jê ew e ku rûmetdayîna nivîskarê hêja Reşîdê Kurd e, û danasîna wî ji bo nifşên nû”

 

Ji aliyê xwe ve Perwîn Reşîd Kurd sipasiyên xwe ji bo Partiya Pêşverû û hemî kesên alîkar pêşkêş kir.

 

Di dawiya pêşandanê de, nûnerê Partiya Pêşverû wêneyeke yadîgarî yê Reşîdê Kurd ji bo keça wî Perwîn pêşkêş kir.

 

Bûyerpress-Amûdê