Share |

Berken Bereh: Divê her Kurd hêrs û evîna xwe bi zimanê xwe vebêje

BERKEN BERE
BERKEN BERE

Berken Bereh dibêje, her kurdekî divê di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê xwe daxwaz, xwestek, êş, kul, hêrs, evîn û hemû derûniya xwe vebêje.

Li Kurdistanê 15 gulanê wekî roja zimanê kurdî hatiye qebûlkirin.  Gelo di 21-mîn sedsalê de rewşa zimanê kurdî ku zêdetirî ji 40 mîlyon kes pê dipeyîve, çawaye?

Peymanêra Spûtnîk Kurdistan`ê Gulnûş Ergul li ser reşa ziman û wêjeya kurdî li gel şaîrê navdar Berken Bereh axivî:

 

Berken Bereh dibêje,  wêjeya kurdî  li gor salên borî di asteke baş de ye: “Romana kurdî bêhtir ber bi geşedanekî de diçe. Helbesta kurdî  xwe ji qalib û kavil  rizgar kiriye. Wêjeya kurdî  di qada modernîzebûn û nûjenbûnê de ber bi pêş ve diçe û gelek pencere û asoyên nûh aniye. Dema  em  helbesta cîhanê, edebiyata cîhanê û ya kurdan bidin berhev divê em gelekî  li ber xwe bidin û zimanê kurdî bi awayekî rêk û pêk  bi kar bînin”.

 

Di gel wê yekê jî Berken Bereh tekez dike ku helbesta kurdî di hêla modernîzbûnê pêş neketiye, lê hewldanên gelekî baş hene: “Helbesta kurdî  li gel helbesta klasîk form û şêwaz û teşeya klasîkî gelek cerbandinên nûh helbesta modern pêk anîn.Bereh, bal kişand ser zimanê kurdî û got ku ji ber ku  kurdên bakûr  bi zimanên dayika xwe perwerde nebûne, bi zimanê serdesta hatine  perwerde kirin piştî salekî li xwe dizivirin, ev yek dike ku  hişmendiya  kurdî hinekî seqet bibe”.

 

Bereh amaje dike ku  ji bo helbestvanên kurd problem û arîşeyên civakî li ser problemên takekesiyê ne: “Ji ber wê jî ez xwe helbestvanekî civakparêz dihesibînim. Xemên civakî li ser ên takekesiyê ne, lê naye wê mehnê ku ez helbestên bi derûniya însana ve girêdayî  nanivîsînim. Ez li ser evînê, li ser xwezayê, li ser tenetiyê di her warî de helbesta dinivîsim”.

 

Helbestvanê navdar  Berken Bereh dibêje, ji bo ku xwandin û nivisandina zimanê kurdî bi pêş bikeve, rolekî mezin dikeve li ser milên sazî, dezgehên kurdî û nivîskarên kurd: “Divê nivîskarên kurd, zimanekî  xwerû ku gel jê fêhm bike binivîse da ku civak bikaribe jê fêm bike, Îro gelek sazî û dezgeh, zimanê kurdî wek zimanê sêwiya û  gundîyan dihesibînin. Qedr û qiymeta zimanê kurdî gelekî kêm e. Celadet Bedîrxan gotibû; ‘kurdno eger hûn kurdbin zimanê xwe biaxivin, eger hûn zimanê xwe neaxivin,  nebêjin em kurd in’. Ez jî  dibejîm: Her kurdekî divê di jiyana xwe ya rojane de bi zimanê xwe daxwaz, xwestek, êş, kul, hêrs, evîn û hemû derûniya xwe vebêje”..

 

HawarNet