Share |

Bernameya Şeva Hicran di RONAHÎ TV de dest pê dike

Ehmed Huseynî

Roja Şemiyê, 12.01.2013ê, seet 21.00ê Ewropayê û 22.00ê Kurdistanê, Zindî, di Ronahî tv de...

Helbestên xwe amade bikin, şîn û şadiyên xwe amade bikin, evînên xwe yên mezin û yên biçûk amade bikin, xewnên xwe û berbangên welatê xwe amade bikin.. Ewrên helbesta kurdî amade bikin da ku em bi hev re zeviyên peyvê av bidin û bi hev re jî xeyala Kurdiyê ji metirsiya sînoran rizgar bikin.

Dixwazim tiştekî din jî bibêjim: Kesên ku dixwazin beşdar bibin û helbestên xwe bixwînin lê derfetên wan tune bin, bila min agahdar bikin da ku alîkariya wan bikim..

Em ê bi hev re Şeva Hicranê pêşkêşî êşa axê û çavlirêmana dijwar a dayikan û pêşkêşî tovên azadiyê bikin!

Emê bi hev re, di Şeva Hicranê de, sînorên mirinê birûxînin û li tembînameyên Xanî û Cizîrî bigerin!

 

Ehmed Huseynî