Share |

Bernameya Cejna Zimanê Kurdî

 

Şîlan Elmas Kan, Hevseroka MED-DERê ji bo tevlîbûna şahiyên Cejna Zimanê Kurdî bang kiriye û gotiye, “Em li mal, kolan, bazar, nexweşxane û li her derê bi kurdî bi axivin, bi xwînin û bi kurdî bijîn.”

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman û Çanda Kurdî bernameya xwe ya ji bo 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî aşkere kiriye. Platformê û Tora Çandê li Salona Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê têkildarî cejna kurdî daxuyanî dane.

 

Partiya Heremên Demokratik (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadiya Kurdistan (PAK), Partiya Sosyalist a Kurdistan (PSK), Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (PDK-T), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur (PDK-Bakur) ên di bin banê Platforma Zimanê Kurdî de cih digirin, Komeleya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Enstituya Kurdî ya Amedê, Komeleya Wêjekarên Kurd, Maseya Weşangeran, Maseya Çandê, Maseya Hunerê, Maseya Ziman û Perwerdeyê, Maseya Saziyên Hiqûq û Mafan, Maseya Saziyên Jinan, Maseya Ragihandinê, Maseya Karsazan, Maseya Akademîsyen û Sosyolojiyê, Maseya Tenduristiyê, Maseya Odeyê Pîşeyî yên di bin banê Tora Ziman û Zimanê Çanda Kurd de cih digirin tev li civînê bûne. Di civînê de pankarta, “Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiye” hate daliqandin.

 

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî metna daxuyaniyê xwendiye. Hevseroka MED-DERê Şîlan Elmas Kanê jî bernameya xwe aşkera kiriye.

 

Kovara Hawarê

Şerefxan Cizirî di destpêke de bibîr xistiye ku di 15ê Gulana 1932an de, bi pêşengiya rewşenbîr û zimanzanê kurd, Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî, Kovara Hawarê li bajarê Şamê bi tîpên Latînî hatiye derxistin, gelê Kurd jî ji sala 2007an ve 15ê Gulanê weke "Cejna Zimanê Kurdî" ragihandiye û diyar kiriye ku her sal vê rojê bi rihê neteweyî pîroz dikin.

 

Cizirî, axaftina xwe bi sernivîsên Kovara Hawarê ya hêjmara yekemîn wiha domandiye: “Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, dê heyîna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê heyînê yê pêşîn e. Em ê bi hev re xwedî li Hawarê derkevin û wê mezin bikin."

 

“Zimanê Kurdî her tim hate înkarkirin”

Cizirî, bal kişandiye ser polîtikayên dewlete yên bişaftinê yên li ser ziman û çanda kurdî û ev tişt anîye ziman: “Pirsgireka ku 99 sal in weke pirsgirêka kurd tê binavkirin û pirsgirêka sereke ya vî welatî ye, di rastiya xwe de siyaset û polîtîkayên dewletê yên bişaftin, zext, zor û fişarên ku li ser çand û zimanê kurdî tên meşandin e. Ji avabûna Komara Tirkiyêyê heta ve demê bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê kurd û ev siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên gelê Kurd, bûye sedema şerê ku bi dehan salan in didome. Ji bo welatekî demokratik û di nava aramiyê de, pewiste zagonên bingehîn en ku li pêşiya azadiya zimanê kurdî astengin, bên sererastkirin, zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermi.”

 

“Em bi kurdî bijîn”

Hevseroka MED-DERê Şîlan Elmas Kan jî diyar kiriye ku ew dê îsal Cejna Zimanê Kurdî di navbera 8 û 16ê Gulanê de hefteyekê pîroz bikin û ji bo tevlîbûna bernameyan wiha bang li gel kiriye: “Em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku ji heft, heta heftê salî, bi coş û kelecana xwedî derketin û parastina nirxên xwe yên neteweyî beşdarî bernameyên Cejna Zimanê Kurdî bibin, govenda Zimanê Kurdî bigerînin, dengê xwe tevli lîlandina dayîkên ku sembol û nîşaneya "Zimanê Dayikê" ne, bikin. Em ê, li malê, li sûkê, li bazarê, li kuçê û kolanê, li dibistanê, li nexweşxaneyê, li dadgehê û li hemû qadên jiyanê; Bi kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsin, bi kurdî bijîn.”

 

Bernameya 15ê Gulanê ku Elmas Kanê aşkere kiriye, wiha ye:

 

“* 9’e Gulanê, di pêşengiya Tor û Platformê de li meydana bajêr kursiya zimanê kurdî bê danîn û dersên kurdî dê werin dayîn. Seat: 16.30-19.00

 

* 9'ê Gulanê, di pêşengiya Tor û Platformê de Bernameya dersen ziman di seat 16.30-19.00 de li qada bajêr ê were dayin.

 

*10’e Gulanê di pêşengiya saziyên çand û ziman de dê saet 16.00'an de li navçeya Bismîle atolyayên zarokan bên dayin.

 

*11'ê Gulanê di pêşengiya Çand û Ziman de li parka Mûsa Anter a Taxa Seyrantepe ya navçeya Bismilê saet di 16.30'an de Atolyeya Ziman (Dersa Kirmanckî) were dayîn.

 

*Di pêşengiya Komisyana Çand û Ziman a Jinan de nîşandana fîlmê bi navê "Cîranê Min Totoro” dê saet di 19.00’an de li Parka Newrozê bê nîşandan.

 

*12'ê Gulanê saet di 20.00’an de Şanoya Bajar a Amedê listika Hinek henek ji binêran re were pêşkeşkirin.

 

*13’ê Gulanê li ber Edliyeya Amedê di pêşengiya Tor, OHD û Maseya Ziman a Baroyê de saet di 12.30’an de daxuyaniyek were dayin.

 

*Di heman rojê de dê li Parka Rojavayê saet di 20.00'an de Bernameya Dîwana Dengbêjan were li darxistin.

 

*14'ê Gulanê dê di pêşengiya saziyên çandê de bi cil û bergên neteweyî li ber Şanoya Bajêr a Amedê saet di 14.00’an de daxuyanî were dayin.

 

*15'ê Gulanê di pêşengtiya Tor, OHD û Komîsyona Ziman a Baroyê de saet di 12.00-15.00’an de panela bi navê "Ziman û Hiqûq" li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî were li darxistin.

 

*Di heman Rojê de bi beşdariya hemû pêkhateyên bajêr dê li Bayramoglûyê saet 16.00'an de meşek were lidarxistin.

 

*Di heman Rojê de li Zarok Ma'yê di saet 18.00'an de bernameya Diwana Zarokan bê lidarxistin.

 

* Dê di 16'ê Gulanê de li Eywana Dawetê ya Demîrokê di navbera saet 19.30 û 23.00'an de şahiyek were lidarxistin

 

 (RT/AY)bianet