Share |

Berovajî ber bi welat ve…Idrîs Hiso

IDRÎS HISO

Bê goman kes hezkirê ceng û şer nîne , lê gelo sûde ji ceng û şer heye , belê helbet sûde û qencyên cengê hene , wek mînake Tomas Maltos(1766- 1834) dibêje :ger mirov pirbibn tiştek wan kêmnake ji pêv ceng û nexweşyan .

 û berî wî jî di sala 1095 de BABA yê roma Orlyanê Duyemîn digot : çimkî Erd ji hawîrdorde girtye bi deryan û çiyan ve , loma nikare xwarin û pêdivyên van mirovên pir bi cî bîne , jib o wilo mirov hev dikujin û şerê hev dikin , û wisa mirov kêm dibin.

 ev Kêmbûna mirovan bo hinekan  sûdene lê ne bomin bi kêmanî .

 ji sûde û qezencên cengan jî , ewe ku dîrok û keltûra miletan zengîn dike , û rêzên ku berî cengê  hal xerabûn , rewşa wan tê guhertin û biser dikevin û qatin din bê rol dibin .

Yek ji mezintrîn sûde ji cengê ewe ku guhertinên civakî , ramanî û abûrî têne holê . wek mînake paşî ku cenga cîhanê ya duyemîn bi dawîbû û bi dehên melyonan mirov têde jiyana xwe ji dest dan , jin di civaka Ewrepî de bi bêtirîn karûbarê civakî , mirovatî û abûrî rabû , pirsgirêka jinê û doza mafên wê gihan astek bilind ji pêvî guhertinên ku di pêwendî û têkilyên malbatî û civakî de çêbûn . û hemû civatên cîhanê qezinc ji wan guhertinan û ramanên hatin hole girtin , mîna mafên sivîl , mendal , karkir û penabiran ….hd

Anuha ceng li sûryê li dare , û guhertinên gewre çêdibin , gelo ta nuha û di paşerojê de ka çi qezincên van guhertinan wê li kurdên rojava yê Kurdistanê hebin?

Di vê gotarê de ezê behsa yek ji diyarde û qezincê vê cengê an guhertinan bikim.

Yek ji girngtrîn guhertin û qezencên vê cengê ku li Sûryê dibin , di nerînamin de ew bû ku kurd ji nûve berovajî li welatê xwe vegeryan û hatin kar û bare xwe dîsa li ser xaka Kurdistan bidomînin .

Tevî ku herêma kurdistanê ya ku bi ser Sûryê ve hat vekirin. li paş cenga cîhanê yekemîn , ji dewlementrîn herêmên  dewleat Sûryê bû , lê ji ber konevanya nejad perst û şofînî , herêma kurdan dûrî çalakî û bizavên bermehênan û  pêşketina abûrî ma , lê helbet kurd jî ne tenê man dest li ber rû , na xêre bizavên wan nehatin rawestandin da ku xwe û jiyana xwe bugherin û ber bi pêşveçûnêde wê bajon .

Ji encamên vê rewşa xerab û bizavên kurdan bo berdewama jiyana xwe gelek kurd sergûnî ji dervî Sûrya bûn , çi Ewrupa , çi Emrîka û çi dewletin dîtir , lê beşê mezin ji kurdan sergûnî paytexta dewletê Şamê bûn û beşekî dî ne kêmtir ji yê Şamê sergûnî paytexta bakurê dewletê Heleb bibûn , ev herdû beş ji kurdan em Karin wan bi sergûnya duyemîn bi navbikin paşî avabûna dewleta sûrya ya nû û perçebûna kurdistanê di navbera çar dewletan de , mîna kurdên ku sergûnê Enqera û Istenbolê bûn li Turkya , kesên ku sergûnî Şam û Helebê û bi jimarek hindiktir bajarên dîtir li Sûyra , mecbûrbûn diketin nava jiyanek nû dûr ji welat , û civaka kurdistanê .

 diketin bin bandora civata nû de ya ku di navde bi cîdbûn , û tevî hewldanên kurdan yên bê rawstandin da ku nasname û keseyatiya xwe biparêzin , lê tevî wisa jî û bi taybet nifşên nû dûrî civat û keltûra xwe diman

û diketin bin bandora jiyana nû de , û zimanê xwe hêdî hêdî windadikirin . ta ku rewş hat guhertin paşî vê cenga sivîl ya ku destdarê wê seranserî welatê Sûrya digere , bi taybet li bajarê Şam û Helebê , û hemû çalakiyên abûrî hatin rawestandin , loma berê xelkê û bi taybet berê kurdan careke din ber bi sergûnyê ve hat vekirin , lê vê carê berovajî ber bi welat ve .

Ew malbat û kesên li wan bajaran dijyan vegeryan welatê xwe nexasim başûr û bakurê Kurdistan , û ev wê encamin baş bidin civata kurdî , bi taybet malbat û kesên ku hatin başûrê welat . cimkî ev perçe azade û jiyan têde dibin ala Kurdistan de tê dijîn , ew kesanan ji nûve , li keltûr û zimanê xwe vegerîn , ji nûve naskirin zimanê wan girînge û hêdî hêdî ji şêwezarê Soranî jî tê dighên , mîna berî perçebûna welatê me ku kurdan hemwan ji hemû şêwezarê kurdî têdgihan .gelek ji kurdên rojava jin ji kurdên başûr anîn . û geleka jî dan wan . kurd Karin sûdê ji her tiştê ku bidest dikevin li kurdstanê bigrin , kurdan bi serê çavêxwe dîtin . çawa kurd Karin xwe rêve bibin û welatekî aram û pêşketî avakin.

Erê raste kurd ketin kampa û jiyan di kampada zor û zehmete . lê li gel vê zor û zehmetyê cara yekemîne zarokên kurdan di dibistanan de bi zimanê kurdî fêrdibin , mîna kurdên Emenistana dema ku di sêwîxanan de xwedîbûn lê ew  zarokên ku sergûn bibûn ji welatê xwe û di sêwîxanên Sovyatê perwedebûn , beşek ji wan bûn rewşenbîr û nivsakrên bi nav û deng û wejeyek kurdî hêja bo me hiştin , mîna Hacyê Cindî, Ereb Şemo û xeynî wan.

Ji layekî dinve têkilyên kurdên Rojava berê xwe guhertin ji Heleb û Şamê û bûn bi Duhok, Mêrdîn , Nisêbîn û Orfa re , heger zorbe heger hinkbe lê rewşek nû hat meydanê bi hemû şêweyî .

Li herdû perçê Kurdistan Başûr û Bkur kurd bi gelek şêweyî rastî alîkarî û yarmetya birayên xwe hatin , birengê ku teqez kir ev sînor dijmanan danîne û rojek wê bê ev sînor gerek nemînin , çimkî divan guhertinan de xelk vegeryan rewşa vê herêmê ya serûştî, di çûn û hatinênên xwede .    

Helbet kes hezkrê cengê û azeryên wê nînin ,û tiştek nikare bavekî an diyekî ji zarokekî sêwîre vegrîne , û hêsrê mendalekî bi malê cîhanê nayên kişandin, lê mirov nikare çavên xwe jî ji sûde û qezincên wê bigre , ev cenga li Sûrya dibe gelek azerî , êş û talanê bi ser welatyên Sûrya bi tevayî tîne , lê helbet ji dayikbûnek nû bê êş û azerî nîne , lê herdemê jî jidaykbûn cê şehnazî , omîd û  dilxweşiyê ye jî .

 wê ev ceng bi sûdeyên pir mezin li ser kurdan vegere .

Hewlêr 21/6/2013z