Share |

Bi Mala Cemîl Paşa Re Dîroka 200 Salan Hate Nivîsandin

 

 

 

 

Cemalettîn Canli û Halîl Îbrahîm Uçak, li ser malbata Cemîl Paşa pirtûkeke bi navê “Ji çar aliyan Cemîlpaşazadeyî” nivîsandin. Pirtûk behsa arîstokratê kurd û kurdwer Cemîl Paşa û malbata wî dike.

 

Di pirtûka bi navê “Hattin Dört Yaninda Cemilpaşazadeler” (Ji çar aliyan Cemîlpaşazadeyî) bi tirkî ye û ji aliyê Cemalettîn Canli û Halîl Îbrahîm Uçak ve hate nivîsandin. Di pirtûkê de behsa dîrokeke 200 salan a malbata Cemîl Paşa tê kirin. Pirtûk ji Weşanên Dîpnotê çap bû û ji 496 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de hem behsa Cemîl Paşa û hem jî malbata wî ku li çend welatan belav bûne, tê kirin. Her wiha di şexsê Cemîl Paşa de dîroka 200 salan a kurdan jî bi awayeke di pirtûkê de cih digre. Bi taybetî jî behsa navendîbûna Dewleta Elî Osmanî, Mîrektiyên Kurdistanê, Yekemîn Şerê Cîhanê, Mutareke, Tevkujiya Ermeniyan, Serhildana Şêx Seîd, Xoybûn, Komara Mahabad û bûyerên din ên hatine serê kurdan tên kirin.

 

Nivîskarê pirtûkê Cemaletîn Canli, ji PNA’yê re axivî. Canli, derbarê pêvajoya nivîsandina pirtûkê de ji PNA’yê re wiha got: “Ji ber ku çanda kurdan a devkî serdest e, gelek tiştên ku mirov dikare hîn bibe jî dikeve nava efsaneyan û ji holê radibe. Pirsgirêkeke din jî ev e ku çavkaniyên nivîskî yên li ser kurdan tehrîp bûne. Bi vî awayî kurd bêdîrok hatine hiştin. Her wiha alfabe û lehçeyên cuda yên kurdî jî di meseleya fêmkirina gelek tiştan de tengasî ye.”

 Canli, destnîşan kir dema wan ev xebat kiriye ji Şermîn Cemîloglu, zarokên wan Ferda, Reşît, Zîzan, Ferît û Cemşîd jî alîkarî wergirtine.

 

Amed – (PNA) - G.M