Share |

Bi projeya Belongingsê nivîskarên Kurd li Siwêdê bûn mêvanên nivîskarên Samî

Şanda nivîskarên kurd li Swêdê
Şanda nivîskarên kurd li Swêdê

 

Bi projeya Belongings ya di navbera mala wêjeyê (Wêjegeh Amedê) û Mala Wêjegeha Samî Tjállegoahte ya li Swêd, di çarçoveya hevnasîna wêje, çand û zimanê gelê Kurd û Samî de,

pênc nivîskarên Kurd, Dilawer Zeraq, H.Baqî Kovan, Zeyneb Yaş, Samî Hêzil, Hatîce Kamer bernameya xwe di navbera 15 û 24 hizêranê li Swêd pêkanîn. Bi pêşkêşkirina çendîn  bernameyên sazî û dezgehên Samîyan, panelek berketî ji alîyê nivîskar Dilawer Zerq û Samî Hêzil ve pêşkêşkirin.  Rojnamevan Hatice Kamer da xweya kirin ku, armanc ji vê hatina wan hevnaskirina nivîskarên Kurd û Samî ye.

Her weha ji endamên şandê lêkolînvan Zeyneb Yaş û nivîskar Dilawer Zeraq ji pişka kurdî ya Radyoya Swêdê re behsa vê gerê, hest û dîtinên xwe kirin û diyarkirin ku ji gelek alîyan ve hest, xwesazî û rewşa gelê Samî û Kurdan nêzîkî hev û hevbeş in.

Hêjayî gotinê ye ku par (2021) Wêjegeh Amed û Mala Wêjeya Samiyan bi hevkariyê li gel konsulxaneya swêdî li Stenbolê dest bi projeke hevbeş kiriye. Armanc jê hevnasîn û lêkguhorîna agahî û tecrubeyan wêjeyî û çandî ye.