Share |

Bilbilê Amdê Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî koça dawî kir!

Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî
Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî

 

Dengbêjê navdar ê Kurd Seyîdxanê Boyaxçî, roja 5 temûzê 2020 li mala xwe ya li bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê wefat kir.

Seydo Şîmşek ku wî 87 sal bû û di nav xelkê de weke Xalê Seyîdxanê Boyaxçî dihat naskirin. Cenazeyê Seyîdxanê Boyaxçî li goristana Yenîkoy a li taxa Rezan bi xakê hat spartin.

Xalê Seyîdxanê Boyaxçî Dengbêjê navdar ê Kurd di sala 1933an li gundê Lexerî yê ser bi Erxenîya Amedê ve jidayîk bû. Dema Seyîdxanê Boyaxçî 4 salî bû bavê wî wefat kir û ji alîyê mamê xwe ve hat mezinkirin û dibistan ne xwend. Ew dengbêjê Kurd ji temenê xwe yê 15 salîyê ve li navçeya Sûra Amedê karê boyaxkirina pêlavan kir û bo heyama 25 salan ev kar berdewam kir û herwiha demekê jî di Şaredarîya Amedê de weke karmendê paqijkirinê kar kir.Piştî demek dirêj ji kar û xebatê Xalê Seyîdxanê Boyaxçî dest bi gotina kilaman kir û li gel bi dehan kilamên wî navî wî di nav xelkê de belav bû.