Share |

Bilind Îbrahîm bi albûma ‘Min Bes Tu Divê’ li pêşberî guhdaran e

Hunermendê kurd ê ji devera Dihokê Bilind Îbrahîm berhema xwe ya nû ya bi navê “Min Bes Tu Divê” derxist.

Di albuma Îbrahîmî ya ‘Min Bes Tu Divê’ de 13 stranan hene û piraniya wan jî stranên folklora Kurdî ne.

Bilind Îbrahîm derbarê albûma xwe de dibjêje, “Min di vê berhema xwe de giringî daye muzîka Kurdî û min di vê albûmê de org bi kar neaniye. Di albûmê de min enstrumanên wekî keman, qanûn, ud, saz, ney darbuka û dahol bikaranîne. Herwiha ew ritmên dawetên kurdan wekî mîranî, şêxanî û gulşenî bikaranîne.”