Share |

BINXET…HELBEST: ŞÊRO DALÎNÎ

 

 

 

Tu

stran û şevistanî

kelha di nav rewrewka asîmanî

duho bû

min ê ji te re

gotin bi gotin

ber bi helbesta te ve

straneke bi coş bigota

 

min ser guhên xwe re nebavêje

di devê min de

 henase

  girêkên xirboqî ne ji qeşayê

nexweziya bi par

û ne heft xwezî bi nuha

xweziya bi kurtekenekî

taştê ya her roja teng

 

Binxet

de were tu wisa bi dengê min ve

girêdayî

ji hemî keseran re kanî

nivînî ji hemî xewnereşan re

 

di xew de Binxet

xwe zerdikim xunava dêman

di bin rûyê xwe de

 xwe ji girî

  dikujim

berxikê te yê birçî

 ez im

welat

  ji mijankên çavan jî

   nêzîktirî

 

Binxet

 gunehê stranê çibû!

min navnîşana xeman dihêlî

bi bez di refên hacîreşkan de

  li te digerim

 

di cirnikên çavan de

ji hemî laveyan re çavkanî

baweriyê bi girnijînê  neyê

ji tiliyan

 baranên germ

  li cênîkên te

   dibarînim

 

xwe

 li dilê xwe bipêçe

razên xwe

 bi xwêsiyeke zuha

 di guhê şevekê de

  bibêje

û çavên xwe bigre Binxet

 

 

havîn

û xwêdana ji eniya rojê

dilop-dilop dibariya

serê cotmemikên te

zarokên min yên bê pizanin

 

ji comerdiya awirên te

 yên sar

 yên jar

 yên har

  nenankorim

baweşên

 destê rastê ye

dikim ku bimrim

 

 

tasa meyê

bi ser xwe de

 xwe ser av dixim

cirnikên çavan tijî xwê

 li te digerînim

 

de were

 de were Binxet

 û bikuje henaseyên mayî.