Share |

Birûsk- Koçkirina prof.Dr: Kinyaz Mîzoyev

 

 

 

Bi bihîstina nûçeya koçkirinaSerokê Federasyona Navnetewî ya Kurdên Sovyet, ûSerokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Prof.Dr Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev ku di roja Yekşemê 8ê Tebaxa 2021 ji egerê nexweşiya Kovîd 19 li bajarê Almata yê Qazaxistanê di 74 saliya xwe de koça dawî kir.

Em gelek xemgîn dil şewat kirin ji ber ku Prof.Dr Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev kesayetiyek navdar û welatparêzek hêja bû ji bo doza gele kurd xizmet û kedek mezin dikir. Her weha ji bo parastina ziman û irf û adetên kurda Kazaxistanê xwedî roleke mezin bû.em wek dezgeha Sema a çandî û hunerî sersaxiyê ji malbat civaka kurdên Kazaxistanê û dost û malbata wî re dixwazin û em wî wekî endamekî malbata dezgeha xwe dibînin ji ber ku dostekî nêzîkî Dezgeha me bû û bûye mêvanê dezgeha me li Dubey û li Hewlêrê di gel birêz Ezîz Ziya bedirxan û şanda pêre û liser daxwaza wî em beşdarî çalakîyên Kurdên Kazaxistanê bûne bi hevkariya Dr.Mihemed mustefa Berazî. ji ber weha koçkirina zaniyar û kurdperwerê hêja xisareke mezine bû û sitûneke bilind bû di asîmanê kurdên sovyetê de. wê her cihê wî û șûna wî wê xuya be.

Xwedê sebir û hedanê bide malbata wî. û em ji xwedayê dilovan dixwazin ku cihê bihuşta nûranî be . ( em ji xweda hatin û disa vegerin xweda)

Arif Remezan

Serokê Dezgeha Sema a çandî û hunerî

Hewlêr  9-tebax-2021

 

Prof. Dr. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyevî di 1ê Gulana 1947an li Ermenîstanê ji dayik bûye. Beşa fîlologiyê li Zanîngeha Ermenîstanê xwendiye û paşê têza xwe ya doxtoriyê li ser têkiliya Edebiyata Kurdî pêşkêş kiriye, demeke dirêj di zanîngehê de serpereştiya ziman û edebiyata cîhanê kiriye. Ji bilî çapkirina 30 pirtûkan, 600-700 nivîsên wî li ser çand, dîrok, ziman, û wêjeya kurdî hene. Nivîs û pertûkên wî bi zimanên rûsî, azerî, ermenkî, tirkî û çend zimanên din hatine çapkirin. (FD)