Share |

Bircên Amedê pêşwaziya Dihoka Rengîn Dike

Şaredariya Sûrê dê di navbera 25-27’ê nîsanê de li Amedê “Rojên Danasîna Dihokê” li dar bixe. Ji goga lingan heta pêşangehên wêneyan ji lîstikên şanoyê heta şevbuhêrka dengbêjan dê gelek çalakî bêne lidarxistin.

 Li gorî agahiyên ku Rûdawê ji berpirsyarên Şaredariya Sûrê wergirt, dê bi serkêşiya şaredariyê mîhrîcaneke bi navê “Sûrên Amedê Dihoka Rengîn Pêşwazî Dikin” bê lidarxistin. Bername dê 3 rojan bi çalakiyên cur bi cur pêk bê. Di çarçoveya bernameya ku dê di 25’ê nîsanê de dest pê bike û di 27’ê nîsanê de biqede, ji lîstikên şanoyê heta şevbuhêrka dengbêjan, ji çalakiyên wêjeyî heta nîşandana fîlmên sînemayê gelek çalakî hene. 

 Li gorî bernameyê dê pêşangeha wêneyan bê lidarxistin, di navbera Tîma Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Tîma Dihokê de goga lingan bê lîstin. Her wiha tîmên jinan ên Dihok û Şaredariya Amedê dê goga destan bilîzin.

 Beyar Hadî Salih û Xalid Salih Hesen dê li ser “Romana Behdînanê” bernameyeke wêjeyê pêşkêş bikin. Nûnerê Parêzgeha Dihokê Fazil Omer, Şaredarê Dihokê Şewket Mihemed Emîn Osman û Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş jî li ser mîhrîcanê û pêwendiyên di navbera Amed-Dihokê de nirxandinan bikin.

 Di dawiya mîhrîcanê de dê konserek jî bê lidarxistin. Bilind Îbrahîm, Karwan Kamil û Koroya Ciwanan a Şaredariya Sûrê dê li Qada Deriyê Çiyê konserek bidin.

 

Amed – Rudaw