Share |

Biryara min…Narîn Omer

Ez nema terîşan

 

bi dara xwezeyan ve

 

dialînim

 

Nema ez kirasê mirada

 

li bejna xwe dikim

 

Ez li dora guristana

 

nema dizîvirim û

 

li ber serê weliyan rondikan

 

nema dibarînim

 

Nema ez pêxwas diçim

 

"Amûjgeha omêdan"

 

Tenê, ezê tirhikan

 

bi dara vên û xebatê ve

 

xurtir bikim û

 

kulîlkên erezoyê

 

di paxila razanê de

 

hişyar bikim û

 

ji kaniya evîniyê

 

ezê çend bêjeyan

 

hilbijêrim û ezê bibêjim:

 

-Bijî ji girtiyên xebat û welatparêziyê re

 

-Bijî ji girtiyên Azadî û Aştiyê re

 

-Herdem dijî cangoriyê xaka me

 

-Cawîdan e pakrewanê hebûna me

 

-Azad e xebatkarê civaka me

 

-Hevraz e melevanê parastina mayîna me

 

ji ber kû ew bi nîzîkbûniya xwe û

 

dûrbûniya xwe di dilê me de dijî û

 

berdewam dike.

 

 

narinomer76@gmail.com