Share |

Biyografiya Helbestvanê Kurd Arşevê Oskan

Hozan Emîn- Wêjeya kurdî helbestvan û nivîskarekî xwe yî din jî winda kir , piştî kêmî heyvekê bi ser koça helbestvan Arjen Arî , bi dilekî xemgîn rewşenbîr û wêjehezên Kurdî nûçeya oxirkirina

Helbestvan û dilsozê peyv û zimanê kurdî Arşevê Oskan jî bihîstin, ku di şeva (25.11.2012)  li bajarê Hamburgê yê Almanya , piştî demek dirêj ji nexweşyê cavê xwe li jiyanê girt û jiyana xwe winda kir .

Arşev Oskan di sala 1967 an de ji dayik bibû,  li gundê Bîrkinêsê li bajarê Dirbêsiyê li rojavayê Kurdistanê , xwendina xwe ya seretayî  li gundê xwe qedand,paşê berê xwe da  bajarê Dirbêsiyê û herweha amadeyî li bajarê Hesiça. di sala 1988 bi dawî aniye.

Arşivin zû heza gotina kurdî û rihê helbest nivîsê pêre xuya kirine , û yekem dîwana xwe ya helbestê  bi navê  “HêviyênBirîndar“ de, sala 1995 çap û belav kirye . û diwem berhema wî bi navê “Kê Gul Çinî?“ di sala 1999 an de çap  bûye .

Ji ber hez û hêza wî ya nivîsînê gelek bû , û şêweyê nivîsîna xwe ber bi nûjeniyê ve pêş xist ,û di berhema xwe  ya sisyan de xweş diyar bû ya bi navê  “Berbang Qedexe ye“ sala 2001 hate der.

 Arşev helbest nivîsîn tenê têrê nedikir û tîna wîya rewşenbîrî û edebiyatî nedişkenand loma di sala 2001an de berê xwe da karê rojnemegerî û tevî wan şert û mercên dijwar ku ji aliyê rêjîma Sûriyê de dihat danîn ser her kar û xebatekê di xizmeta netewa kurd jî tevî çend biraderan dest bi weşandina kovara Zevî ( rewşenbîrî serbixwe bû) de kirin ku ew sernivîskarê wê bû, û tevî bê imkanên abûrî û wan şertên dijwar karîbû 10 hejmara heya dawiya sala 2003an de belav bikin.

û ji ber imkanên  mana wî li welat namîne neçar dibe berê xwe bide jiyana xerîbiyê û terka malbat û zarokên xwe kir û di riyên dijwar re derbasî nava axa ewrupa dibe û li welayê Almaniya niştecî dibe, û Kovra Zevî  jî radiweste.

Di vê derbarê de Arşev di hevpeyvîneke xwe de dibêje “ zehmettrîn salên di jiyana wî de di navbera salên 2000- 2005 ji ber winda kirina dê û babê xwe, û rawestana kovara Zevî û derketina ji derveyî welat û dûrketin ji malbat û xizim û kesûkarên xwe, lê ew dibêje divê mirov xwedî bawerî be, da ku biserbikeve”. 

Belê Arşev Asoyê wî yê rewşenbîrî ne tene di helbest û gotaran de radiweste , na! li ewrupa  berê xwe dide nivîsandina çîrokan jî û gotaran di rojnama û kovar û malperên kurdî de belav dikir .

Û xebatên xwe yê wejeyî didûmand û berhema xwe ya bi navê " Xewnistan  " di sala 2010an de belav dike, û berdewam dike di nivîsê de heya ku romana xwe ya bi navê " Keştiya penaberan " di eynî sale de derdixe , ku behsa jiyana koçberiyê û zehmetiyê xortên kurd dibînin di riya koçberiyê de û jiyana çend xortên kurd li welatê ewrupa ku piştî serhildana adara 2004an li rojava rûdabû ji ber bê ewleyî berê xwe didin ewrupa û jiyana wan radixe ber çavan, heya ku berhema xwe ya dawî ku di sala 2012 an de çap û belav dike , ew jî dîwana helbestê bi navê " Awazên Evînê  " ku hin helbestên xwe yê Kevin û nû têde belav kirbûn û gelek helbestên ku dibûn sitran û gelek hunermendan awaz jêre danîne û bi awayekî hunerî xweş gotine.

 Arşevê Oskan yek ji xemxurên peyv û zimanê kurdî bû û li dirêjaya 25 salan xizmet di vî biwarî de kirin , û wextek ku gelek pêdiviya miletê kurd bi kesayetiyên weha hebû , oxir kir , û li şûn xwe gelek berhemên ne çap kirî hiştin hêviya ew bû ku ronahiyê bibînin berî ku koç bike, mîna ,pirtûkek ji çîrokên dahînanî-  helbestên nûjen- helbestên kilasîk- şevbuhêrkên Hamburgê. Diyalok bi kek Husên Dozen re-û Pirtûkek serpêhatiyên wî li Almaniyayê û her weha li pişt xwe sê zarok jî hiştin , (Eyaz, Neyaz û Amed), û her weha hezkiriyên xwe jî yên ku wî qet ji bîr nakin .