Share |

Ciwan Haco 2 Konsertan ji Bo Rojavayê Kurdistanê li dar dixe.

 

 

 

Hunermendê navûdengê Kurd û yê Rojavayê Kurdistanê, dahata 2 konserên xwe ku dê li bajarên Hewlêr û Duhokê saz bide bo penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li Herêmê wê terxan bike.

Ev herdû konserên xêrxwazî yên Ciwan Haco bi diruşma `` Ji bo Azadiya Kurdên Rojava Emê Dest Bidin Hev``, ji aliyê kompaniya Korek Telekom ve tê sazdan.

Konsera yekema Ciwan Haco, demjimêr êvara 27 vê heyve li hola Şehîd Se`ed Abdula, li bajarê Hewlêr tê pêkanîn.

Konserta dûyem, jî li demjimêr dûwê piştî nivro roja 29 heyvê, li kampa domîs li bajarê Duhokê tê sazdan.

Hewlêr – (PNA) – P. F / C. M