Share |

Dê bi rengê deriyayê be ...çîrok:Hesen Silêvanî

Mîna mozîkjenekê note piştguh avêtî, tilyên destên te awazek liser depê di navbera te û yên ji dergehê serekî derdikevin, dijenî. Pêjina piyên te liser erdê rengîn

hemmawe deng jêdhat. Çavên te ji navçavên hatiyan ve venedibûn, carina jî liser rengê cantên bê xem pal didan yan dikêşan disekinîn. Demê te hest bi vêketina leşekê bi te kirî, tu li destê xwe yê rastê zivirî, bi girinjîneka sivik, ewê xanimê lêbûrîna xwe xwast, û li nêzîk te rawestiya û zêrevaniya hatiyan dikir.

-        Geşita jimare 69 niha daket.

-        Bo çi ne? Dê bila dakeve.

Te ji bo xwe got û paş ve zivirî. Navçavên jêkcudayên komeka welatan li holê diçûn û dhatin.

-        Demê tu ji dergehê serekî derbaz dibî, yekser destê rastê bigire, dê li kafêya yekê li hêviya te bim.

Eve bû ya te berî heyamekê gotibûyê.

-        Çanta min dê bi rengê deriyayê bît.

Wesa bersiva te dabû û bermayîkên keniyekê dikêşa û ev peyve di te werikirin:

-        Daku fêrî wê deriyaya dê te têda xendqînim bibî.

-        Heyla segbab!!

-        Lê segbabê dirust tu î.

Ronahiyên rengînên rehet yên bi xweşî piyase di êvara hulêve dikirin, tameka xweş dida wê mozîka nerm ya bi ser hemî qulaçên cihî da girtî.

Te dizanî demek divê heta ji pencera hûrbîniya pasportê derbaz dibe û li benda çantê xwe be, lewma bi girinjîn ve te qesta rêza yekê ya kafê kir, pên te berê te da wê camxana bi ciwanî bi mobaylan xemilandî, ew qîza li ber, bi cilkên xwe yên sade û lêkday, bi destên xwe digote te, keremke jor. Jê diborî, liber kumpaniyayeka geşituguzarî radiwesitî, li posterên bi çendîn zimanan hatîn nivîsîn dinêrî, serê xwe dihejînî û careka dî qesta dergehê serekî yê hatinê dikî û çavên te ji pêla mirovan venabin.

-        Erê raste dê hevdu bînin?

Dengê wê di guhê te de dengvedida.

- Çima ne? Erê dê hevdu bînin.

- Erê ez di xewnekê da me?

- Bêguman biyabanyê xewna te dê bicih were.

- Kî dibêje?

- Ez dibêjim

- Û eger bay bir!

- Hîngê dê kera li babê falvekerê û direwa wê ya aşikera dim.

- Oooh, hêj te bawerî bi xweşxweşkên wê heye?

- Bêguman, ma bê xweşxweşik jiyan derbaz dibe?

- Erê, erê, pa eza ketim davên dînekê dirust!

- Xwezî em gehiştban dînatiyê.

- Çima?

- Ji ber cadûya cîhana wî ya xweş.

- Wey babo bo dînatiyê!!

- Eger tu dîn nebî, dê çawa dê rêya hat û batê?

- Dê neileta li babê aqilî kim û dime vê riyê.

- Wey ser çavan hejêkera hat û batê.

Hay.. Ji devê wî mirovê rîh dirêjê nêzîkî te firî, ewê destên xwe bi şadî berdayin bo hembêzkirina jineka jiyanê latên xwe liser navçavên wê çandî.

Bi hêwrî te li serûsîmayên hatiyan dinêrî, belkî niha diyarbe, dest li hewa silavan dihinêrin û girinjîn difirin.

- Herdem keniya min dê dipêşiya minira bike, da tu bizanî û mendehoş nebî.

- Ma dê bo çî mendehoş bim? Yên dîn jî her dikenin.

- Te çi divêt bêje, eve eza tamsaryên te qeyd dikim, da paşê heqê te bikim dinîva destê te da.

- Ne babo ne, te ez tirsandim!!

- Xwe bigire kurmanciyo, eger min tu dîn nekirî tu yê heqî.

- Sebir xweşe

- Xweşe û esimere

- Esimero

Girinjîneka bi xerîbyê pêçay, ji lêvên te verest demê te berê xwe dida wî wîşiyê gilopên bi rengên harmonî xwe çemandî xwarê û sîha girinjînên wê lis er diteyisîn.

Pirçeka bi rengê rejiyê li ser milê wê yê çepê nivîsitî, tu rakêşay, te pitir lê dinêrî demê ji malika deriketinê nêzîktir dibî, navçavên wê yên beybûnî geşitir bûn demê dengekê nerm diber guhên tera bûrî: Mama... Mama... Heyla xweştiviya mamayê, hey ez gorî. Wesa lêzivirand û destên yekdu girtin heta ew xetê di navbera hatiyan û pêşwazîkeran de derbazkirin.

Te berê xwe da seeta xwe, mîlê deqîqa digot hêj nîv seet ji gehiştina geşita wê temam nebûye.

Te digote xwe: Bi destên têkde emê li qulaçikên vî bajêrê nanive gerin... Emê li kolankên wî yên teng û fîriyay ji bêhna giyay û axê piştî baranê têr piyasê kîn. Em dê li meydanka bajêrî dinîva urta kevukan de bîn, piştî em nîv tirarekê libên genimî ji wî jinka bi reşî dapoşay dikirin, ewa dê bo me çend wêneyan girt û piştî nîva şevê dê jêbin.. Demê em ji geriyanê diwesitin, dê yaneyeka biçûk li destê çepê yê meydankê hilbijêrîn, muzîk dê liser mêza me bizêt û pêlên rengan dê xwe li dîwar û mêzên bi perdax û fêqî şad harikin...... Wesitiyan dê reve demê tilyên mozîkjenê rawesitiyay bi rex stiranbêja maykirufun di dest da dikevin semayê wew dengê wê yê têr ji ava Muksê vexwarî, diberde: Ay dilberê.. Em dê perdaxên xwe bilindkin û lêkdin û zê bêjimê: Çirîw... Ew dê kene û bêje min: Tu bawer dikî eve cara min ya yekê ye digel perdaxê? Dê vexwin û di deriya çavan da dê xendqîn, piştî çend stiranan ji xweşiyan dê xavbin, dilê wê dê pitir bo axiftinê vebe, demê tu tilyên wê dinav destê xweda digivêşî û libin guhê wê yê simir dibêjî: Tu bixêr hatî vê cîhana hejî te.. Dê girinje û dibe ji xweşiya xwe, xebera bêje te, an te maçî bike û bêjit: U li dawiyê ev tilyên me di nav yek da! tu dê perdaxa xwe careka dî rakî û li perdaxa wê dî û pêgive digel stiranbêjê vegêrin: Lê lê weso lê lê wesîlayê, way way.. Dê bêje te: Ez hest dikim ez ne ezim, erê ez kîme?? Bi nermî dê zillehekê li aleka wê dî û bêjiyê:

-        Raste tu ne tûy, nuke tu segbabî

Dibe bi sivkî li bin mêzê pêhinekê li te bide û bi çavzilkanê bêje:

-        Segbab ew e, ewê ez înayim vêderê.

Tu dê bo sazivanê awaza-Min bêriya te kirî ye-dijene, bişkurî, pitir dilê te dê vebe û xweşî dê ji te rije demê tu wî dêmê simeriya xwe yaşirîn ragehandî, maçî dikî... Dê destê te girt û berêxwe de seeta ku neşêt demê wê bixwîne, dê bêje:

-        Ma nebese??

-        Ka tu çawa hez dikî, bila wesa be xanima biyabanê.

Demê hûn ji dereckên teng û kêm ronahî yên yanê dihên xwarê, dê xwe bi milê te ve gire, dê maçekê ji te dize, tu dê yeka dî têwerikî û destê xwe linavtenga wê şidînî da nekevit..

Ew kolanka teng, hêj şade bi xelkê xwe, mozîk ji pencerên nîv vekirî yên wê bi nermî dirije erdî... Hûn pêkve nûsiyay diçin, kaniyên keyifxweşyê ji dilên we dizên, kesê hay ji kesê nîne, her yek paşayê xwe ye...

Şemendefira sora biçûk, ewa dengê naqosê dipêşyêra dike, çi nemaye dê bi xemla xurt û qîzên xwe ve bûre.

Demê hûn ji meydankê derbaz dibin û cada çepê digirin, dûr nîne li bin wan sîhwanên darî yên eve çend sal in her wek xwene, nêrûmêyeka bejin dirêj, bi rengên sor û zer û cigareka zirav, du tiliyan bike di devê xwe da û fîtiya li we vede.

Tu dê bi nîv mendehoşî sehkiyê, ezê te paldim pêşiya xwe û cardî destê te girim,-pa dê tezî be, lê germiya dilê me xwe tênagehîne..

Demê em nêzîkî dereckên mîtirûyê bibin, dibe em,,,

(tir in, tir in) tiktika mubayla te, tu agehdarikirî bi gehiştina nameyekî, û tu ji wê cîhana şirîn hişiyarikirî.

Te berê xwe da xana naman:

(Li min negire, mixabin dê bi eynê firokê min vegerînin, kêmasiyek di demê mana pasportê de heye).

Çendekê te çavên xwe niqandin, belkî bikarî ew volkanê ji hinavên te zay, bi sekinînî, û te qesta dergehê ji der ve kir û bo xwe digot: Erê eve jî dibe?

 

 

Adara 2016 Duhok