Share |

Dê li Dihokê mîhrîcana "Rojên Amedê" bê lidarxistin

Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrbaş

 

 

Li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê, wê ji aliyê Şaredariya Sûrê ya Amedê ve, di navbera 27-31'ê tebaxê de, mîhrîcana "Rojên Amedê" bê lidarxistin.

 

Şaredariya Sûrê ya Amedê û Şaredariya Dihokê, wekî şaredariyên bira tên zanîn. Şaredariya Sûrê, niha jî li Dihokê, di navbera 27-31 tebaxê de, wê bi navê "Rojên Amedê" mîhrîcan li dar bixe. Di mîhrîcanê de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Peyasê, Rezan, Yenîşehîr û şaredariyên Ramallah a Fîlîstînê û Çanakkale ku bi Şaredariya Sûrê wekî şaredariyên bira ne, tevî saziyên civakî yên sivîl, Yekîtiya Odeya Sanayî û Bazirganiyê û TUSÎAD'ê jî cihên xwe bigirin.

 

'Em ê çanda Amedê bibin Dihokê'

 

Şaredarê Sûrê Abdûllah Demîrbaş derbarê armanca mîhrîcanê de agahî da. Demîrbaş, diyar kir ku wê di çarçoveya mîhrîcanê de xebatên şano, sînema, werzîş û hwd. bên lidarxistin û di van beşan de hevkarî were pêşxistin. Demîrbaş, anî ziman ku di panelên ku ji bilî xebatên çand û hunerî dê werin lidarxistin de, mijarên siyasî jî wê bên nîqaşkirin û wiha got: "Di serî de em ê bersivên pirsên wekî 'rewşa ziman û wêjeya kurdî di çi astê de ye? Divê çi bê kirin? Mirov dikare xebatên çawa bimeşîne? Hevkariya di navbera şaredariyan de dikare çawa hîn pêştir bê kirin?' Her wiha em ê di çarçoveya mîhrîcanê de çanda Amedê jî bibin Dihokê."

 

Demîrbaş, da zanîn ku armanca mîhrîcanê ew e ku sînorên danîne navbera gelê kurd, rakin û dilên ku hatine perçekirin, bighînin hev.

 

    Rûdaw/DÎHA