Share |

Dîlanên Kurdî li Hindistanê tên pêşkêş kirin

Tîpa Şarya ya Hunerê Milî li HindistanêTîpa Şarya ya Hunerê Milî
Tîpa Şarya ya Hunerê Milî li HindistanêTîpa Şarya ya Hunerê Milî

Tîpa Şarya ya hunerê milî tabloyên dîlanên Kurdî li welatê Hindistanê nîşan dide. Tîpa Şarya ji bo cejna serxwebûna welatê Hindistanê ji aliyê wî welatî ve hatiye vexwandin.

 

Berdevkê Rêveberiya rewşenbîrî û Hunerî ya Parêzgeha Dihokê, Hesen Fetah, ragehand: Tîpa Şarya ya hunerê milî bi helkefta cejna serxwebûna welatê Hindistanê ji aliyê wî welatî ve hatiye vexwendin. Tê zanîn ku wê tîpê tabloyên dîlanên Kurdî li çend bajarekên Hinsitanê nîşan dane.

 

Herwesa wî diyar kir: Li dû peywendiyên me bi serok û endamên wê tîpê re, gelê Hindistanê tabloyên Tîpa Şarya yên hunerê milî ecibandine.

 

Biryar e heta destpêka meha 11an bizav û çalakiyên tîpa Şarya li bajarên cuda cuda yên Hindistanê berdewam bin.

 

Tîpa Şarya tîpeke hunerê milî ya parêzgeha Dihokê ye. Ew li sala 1997ê hatiye damezrandin. Ev tîp berdewam kar û çalakiyên girêdayî hunerê milî li Kurdistanê û cihên din dike. Vê carê wê berê xwe daye welatê Hindistanê û li wê derê tabloyên xwe nîşan dide.

 

Kurdistan24