Share |

Dîlber Haco: Min jiber Hezkirina Welat Dest bi Nivîsînê Kir

"Bi henekek biçûk ez û Ciwan, me dest bi nivîsîna stranan kir û ew henek mezin bû û li her derê belav bû. Bû rastîyeke pir xweş."

 

Wisa helbestvana Kurd, Dilber Haco çîroka xwe bi helbestê re şîrove kir.

 

Dîlberê çavê xwe di malbateke mezin û navdar de, li Tirbêsipî vekir û fêrî hezkirina welêt û çand û hunerê bû.

 

Hîn ji destpêka jîyana hunerî Ciwan Haco de, Dîlber piştevana wî ya herî pêşî bû û strana wî ya yekê "Emîna" ya Dîlberê bû.

 

Wisa Dîlber û Ciwan, şêweyekî nû ji strana Kurdî afirandin. Ciwan bi deng û tembûra xwe, Dîlber jî bi gotin û awazên xwe.

 

Lê, Dîlber piştî serbora dehên salan ji nivîsînê, berî demeke kin ji alîyê Weşanxana Avesta pirtûka xwe ya bi navê Emîna belav kir.

 

 

"Min nedixwest helbestên xwe belav bikim, lê di dawîyê de ev gotin yê gelê Kurd e û divê ew ji wan re vegere."

 

Hêjaye gotinê ye ku helbestvanê navdar Cegerxwîn di jîyana Dîlber ya nivîsînê de xwedî bandora serekî bû.

 

Dîlber û Ciwan Haco gurzeke ji stranê xweş û bi wate pêşkêşî gelê Kurd kirin, ku ta roja îro li seranserê Kurdistanê tên gotin:

 

Emîna, Riya Min Dûr E, Nisêbîna Rengîn, Lawê Min, Dîyarbekir, Çavên Te, Gula Zer û dehan stranên din.

 

Luqman Ehmed- Dengeemerika