Share |

Daxuyanî- damezrandina komela Aferîn

Logo komela Aferîn

 

Îro Sûrî gihaye ber dergehê qûnaxeke nû. Komeleyên civaka sivîl xwe kardikin, ku bi kar û barin ciyawaz rabin; roleke bikêr û ne weke yên qûnaxên bihurtî bilîzin. Lewra grûpek jinên Kurd gihan yek nerînê, ku komeleke guhdanê bi jina Kurd bike damezrînin, da ku ev jin karibin navê Aferîn hilgirin.

Civaka kurdî bi tevayî, ji ber piştguhkirin, neguhdan, û projeyên awarte û zordar, xwiya xwe xwariye û hê jî dixwe. Jinê jî -di hundirê vê civakêde- tadayekî taybet dît; tadaya ku ji ber siyasetên rêjîmê û berdewamiya rewişt û tîtalên ku di riya pêşketina wêde radiwestiyane dibû.

Ji ber em bawerin, ku hişyariya miletan û pêşketina wan, ta asteke bilind, hatiye girêdan bi pileya pişkdariya jinê di jiyana konevanî, civakî, abûrî, û çandî de, ji lewra emê di komela Aferîn de kar bikin ku rewşa jina Kurd ronî bikin, programan ji nijandina kar û xebata wê re deynin, û astengên abûrî û civakî ji riya wê bidin alî, da ku bi roleke ciyawaz rabe.

Em bi hêvîne ku em van armancan pêkbînin:

1- Hişyarkirina jina Kurd û geşkirin û xurtkirina karînên wê, pêşxistina rola wê ya çandî û civakî, û nav tê bidin da ku pişkdariyeke bikêr di her çarçiwê de bike.

2- Guhertina rewşa jina nekarker, û kar bibe ku bibe berhemhinêr û bikêr.

3- Pêkanîna lêkolînin ku rewşa jina Kurd şirove bikin, û alîkariyê di nîşankirina kelemên di riya pêşketina wê de dikin, û danîna program û nerînên ku alîkariyê di hilanîn û hesakirina wan dikin.

 

Ji bo pêkanîna van armancan, wê komele palpiştiyê bi pêkanîna çalakiyin tiyorî û têgihandinî , û lidarxistina kursin berhevkirinî piraktîkî bike, weha jî wê kargêriya projeyin berhemdarî biçûk, û avakirina komîtên lêkolînan birêve bibe. Û li gor nîr û karînan wê ber li alavên pêkanîna armancên xwe fereh bike. Weha jî wê têkiliyên xwe bi dezgeh û komeleyên ku bi wan re alîkar bin , xurt bike.

Hêviyên me mezinin, daxwazên me berferehin, û baweriya me bi giringiya rola me di civaka kurdî de xurte. Em ji hemû xuşkên xwe dixwazin ku destên xwe di destên me kin û komela me xurt bikin, da ku em karibin bi hevre, di vê qonaxa dîrokî de, vî barê ser milê xwe hilgirin û bighînin serî.

 

 

Qamişlo17.07.2012

 

 

Ji bo têkiliyan bi me re: komela.aferin@gmail.com