Share |

Daxuyanî ji aliyê Desteya sernivîskariyê ya Kovara Şermola

Desteya sernivîskariyê ya Kovara Şermola ya wêjeyî û çandî; we agahdar dike ku deriyê pêşwaziya berhemên wêjeyî û rewşenbîrî ji bo hemû nivîskar û rewşenbîran vekiriye ku li ser rûpelên kovarê berheman biweşînin.

Beşên kovarê ev in:

Dosyaya hejmarê, lêkolîn, jin û rewşenbîrî, berhemên wergerandî, pirtûk, huner, çîrok, helbest û gotarên çandî.

Di 24 meha Îlonê de civîna damezrandina kovarê li dar ket, bi tevlibûna hejmarek rewşenbîrên bakurê Sûriyê, ku tê de biryara derxistina kovareke wêjeyî, rewşenbîrî û sêmehane li bakurê Sûriyê , bi zimanê Kurdî û Erebî be û bi navê Şermola be, her wiha di civînê de desteya sernivîskariya kovarê hate hilbijartin.

Rêgezên weşanê di kovarê de:

Kovar bi dilxweşî pêşwaziya hemû berhemên wêjeyî û rewşenbîrî dike.

Hemû berhemên ku digihêjin kovarê; di nirxandina desteya nivîskariyê re derbas dibin.

Derbarê berhemên ku têne weşandin; nayê wateya ku ev berhem nêrîn û polîtîkayên kovarê derbirîn dikin.

Pêwîst e ku hemû lêkolînên ji kovarê re tên şandin, ji aliyê zanistî ve bi belge bin, ku qasa gotarê di navbera 700 ta 1.200 peyvan de be û ya lêkolînê di navbera 2.500 ta 3.000 peyv de be.

Ji bo jêgirtinên ji jêderan; pêwîst e bi vî awayî werin belgekirin:

Navê nivîskar-navê pirtûkê-navê wergêr, eger pirtûk wergerandî be-cih û dîroka çapkirinê. Ji bo dezgehên ragihandinê ku weşaneke wê weke çavkanî û belge hatibe bikaranîn bi vî awayî tê rêzkirin: Navê nivîskar-serenavê berhema hatiye weşandin-navê dezgeha ragihandirê (rojname, kovar, malpera elektironîk)-hejmara weşanê (ya rojname û kovaran)-dîroka weşanê.

Berhemên ku tên şandin ji bo kovarê heger desteya nivîskariyê bibîne ku ev berhem ji aliyê wêjeyî û çandî ve bênirx e, berê hatiye weşandin, ji dezgehine din re yên ragihandinê hatiye şandin, ji derveyî rêgezên giştî yên civakê be yan jî devavêtin ji ol û gelan re hebe; kovar lêborînê dixwaze derbarê weşana van berheman de.

Em hemû nivîskar, rewşenbîr û xwîneran agadar dikin ku hejmara sifirê wê di dawiya vê salê de were weşandin. Posta elektironîk a fermî ji bo pêşwaziya berheman ev e:

Shermola2018@gmail.com

 

 

Desteya Sernivîskariya Kovara Şermola