Share |

DAXUYANÎ- Pena Kurd encamên Kongira 8an

Komîteya Birêveber a Giştî ya Navenda Pena Kurd
Komîteya Birêveber a Giştî ya Navenda Pena Kurd

Ji çapemenî û raya giştî re

8emîn kongireya Navenda Pena Kurd, di bin dirûşima "Em bi cîkirina bendên manîfestoya Gironayê li ser mafê ziman, li welatê xwe dixwazin" di rojên 18 û 19ê Gulanê deli Amedê hate lidarxistin.

Di encama kongreyê da komîteya birêveber a nû ku ji heft endamên sereke û du endamên yedek pêk tên, hate hilbijartin.

Endamên hilbijartî: Şêxmûs Sefer serokê Navenda Pena Kurd, Bêrîvan Doskî cîgira serok, Kakşar Oremar sekreter, Mem Mîrxan berpirsê darayî û Dilşa Yusif, Perî Şêx Salih û Salih Kevirbirî wekî rêvebir hatin peywirdarkirin. Herwiha Omer Fîdan û Irfan Babaoglû jî wekî endamên yedek yên rêveberiya giştî hatin diyar kirin.

Cihê şanazî û dilxweşiyê ye ku di komîta nûhilbijartî da nûnertiya her çar perçeyên welêt û zaravên zimanê Kurdî tê de reng girtin. Herwiha sê jin di Komiteya Birêveber a Giştî de cih girtin.

Lidarxistina 8emîn kongreya Pena Kurd giringîyek taybet axwe heye ku piştî 23 salan ji damezirandina xwe karî vê carê pêngaveke wiha dîrokî li ser axa welatê xwe biavêje, bi taybet di vê pêvajoya dîrokî û nû de ku hêviyên"aştî ûçareseriya doza Kurd" tên binavkirin. Ji ber wê jî karekî wiha ji hêla rewşenbîrû civaka Kurdistanê ve bi germî hate pêşwazîkirin.

Di kongreyêde Serokê Navenda Pena Navneteweyî birêz John Ralston Saul jî bi peyama xwe piştgîrî da kongreyê ûkesayetiyên naskirî yên Kurdistanê, Tirkiyê û cihanê jî bi peyamên xwe yên watedar piştgîrî dan kongrê. Bi tevlîbuna Civaknas Îsmaîl Beşikçî, Cîgira Serokê Navenda Pena Navnetewî Lucina Kathmanu Serokê Pena ÇekJîrî Dedeçek , her yekî bi peyamên xwe ev pêvajoya nû pîroz kirin.

Bi qasî du rojan gengeşe û niqaşên girîng di kongirê da hatin kirin û di encamê da her çar komîteyên heyî yên di Navenda Pena Navnetewî de jibo Navenda Pena Kurd hatin çalak kirin. Herwisa gelek biryar hatin standin ku dinav de;kongreyê biryar da ku Navendeke Pena Kurd hebe û ew jî bikaribe li gorî pîvanên Pena Navneteweyî kar û barên xwe bimeşîne. Di kongreyê de biryara herî girîng ew bû ku li ser bicihkirina xalên manefestoya Gironayê ya ku Navenda Pena Navneteweyî wek bingeha azadiya ziman dibîne û dibêje “Her civakeke xwedî ziman, mafdar e ku zimane xwe bi awayeke fermî bikar bîne. Pirengiya ziman, dewlemendiya mîrateya cîhane ye, divê bê pejirandin û parastin. Hurmeta ji bo tevahiya çand û zimanan, ji bo tekuzkirin û pêkanîna aştî û diyalogê bingeh e.

Ji ber wê jî kongira 8emîn a Navenda Pena Kurd bang li Navenda Pena Navneteweyî û komîteya Mafê Ziman û Wergerê dike ku xebatan, jibo  bicihkirinaxalên manîfestoya Girona li Kurdistanê bike.

Di dawiyê de Navenda Pena Kurd daxwaz dike ku hemû nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê ji bo bihêzkirina wêje û zimanê Kurdî li dora PEN a KURD kom bibin û têbikoşin.

 

Komîteya Birêveber a Giştî ya Navenda Pena Kurd

20 Gulan a 2013