Share |

Daxuyaniya Komîteya Amadekar a Pêncemîn Kongireya (HRRK)

Komîteya amadekar a pêncemîn kongireya Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê di 29/1/2016 de, li navenda Aştî ya civaka sivîl, li bajarê Hisçayê li hev civiyan. Di civînê de endamê komîteya kargêr a HRRK ê Ehmedê Huseynî û pirraniya endamên komîteya amadekar amade bûn.

Endamên komîteyê çend xalên girîng ên bi pirsa rewşenbîrî ve girêdayî û şêwazên geşkirina gotara rewşenbîrî gengeşe kirin, her wisa rewşa çand û hunera kurdî û renckêşana rojava ya pirralî hate gotebêjkirin. Endamên komîteyê pêwîstîya saziyeke rewşenbîrî ku bikaribe hemî rewşenbîran, nivîskar, helbestvan, şêwekar, şanoger, rojnameger, sînameger û mûzîkjenan di bin sîwana xwe de berhev bike, her wisa pêwistiya parastin û pêşvebirina çand û hunera Kurdî û rizgarkirina meydana çand û hunerê ji parçebûn û pirralîbûnê dît. Komîteya amadekar biryar stend ku bi berpirsyarî tevbigere, xwe dûrî helwestên takekesane û nakokiyên siyasî û idyolocî û helwestên erzan bixîne. Her wisa komîteya amadekar bi biryar bû ku bi hişmendiyeke rewşenbîrane têkiliyên xwe bi hemî sazî û dezgehan re berfireh bike bêyî ku ti kesî li derveyî prosesa danûstandinê, lihevgudarîkirinê li seranserî Rojavayê Kurdistanê bihêle.

Di civînê de çend erk û rêbazên xebata komîteyê hatin destnîşankirin da ku rê li pêşiya lidarxistina pêncemîn kongireya HRRK ê veke û Rojavayê Kurdistanê wek navenda HRRK ê ragihîne û hemî saziyên HRRK ê yên li Ewropayê, li Başûr û li Bakur bibin şaxê vê navendê.

Di destpêka civînê de li nameya komîteya kargêr a Ewropayê, û xwendina çend xalên rêbaza hundirîn hatin guhdarîkirin. Pişt re jî endaman rojeva civînê destnîşankirin û bi pirrdengî xalên goftugoya civînê destnîşan kirin, û biryara xalên jêrîn dan:

1-Mizgînê Gemo berpirsê komîteya amadekar

2-Şêroyê Hindê berdevkê komîteyê û berpirsê komîteya ragihandinê.

3-Mihemed Bîco berpirsê komîteya çavdêr.

4-Ibrahî Xelîl berpirsê komîteya pêwendiyan.

5-Mişel Ûsman berpirsê komîteya darayî.

6-Avakirina komîteyek berfireh ku ji komîteya rêvebir Mizgîn Kemo, Anahîta Şêxê û Mişel Ûsman û berpirsên komîteyên din Mihemed Bîco, Şêro Hindê, Ibrahîm Xelîl û Ehmed Huseynî, pêk tê, bo pêwendî û têkiliyan û lidarxistina hevdîtinan ligel saziyên rewşenbîrî û rewşenbîran, û hewildana paşguhkirina paşxaneyan, rengên siyasî û nakokiyên raman û bocûnan da ku zemînek ji boyî yekîtiya gotara rewşenbîrî û karê hevbeş ê di navbera hemî karkerên qada çand û hunerê de were amadekirin.

7-destnîşankirina çend navên rewşenbîrên jin da ku beşdarî komîteya amadekar bibin.

Civîna komîteya amadekar bi çend biryaran hate bidawîkirin:

1-Berfirehkirina koîmteyê da ku rewşenbîrên Kobanî û Efrînê cihê xwe tê de bibînin.

2-Lidarxistina hevdîtin û çend simîneran li bajarê Kobanîyê, her wisa ji Qamişlo û Ewropayê dest bi pêwendiya ligel Efrînê bikin.

3-Lidarxistina komcivînan li bajar û bajarokên Rojava ji boyî şirovekirina projeya HRRK ê.

4-Bi awayekî lezgîn berfirehkirina komîteya amadekar û bicihkirina endamên Kobanî û Efrînê di komîteyê de.

5- ji boyî geşkirina rewşa çand û hunerê komîteyê biryar da ku mîhrecaneke rewşenbîrî di 24 ê Adarê de lidar bixe.

6-Lidarxistina kongireyeke çapemeniyê, ji boyî agahdarkirina raya giştî û hemî sazî û rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê ka armanca HRRK ê û mebest ji kongireya pêncemîn çi ye.

Civîna komîteya amadekar bi bangekê bidawî bû: komîteyê bangî hemî sazî û rewşenbîran kir ku dest ji nakokiyên xwe berdin, destên xwe têxin destê komîteyê da ku bi hev re pêncemîn kongireya HRRK ê lidar xînin û saziya xwe ya xwedî biryar, xweser ku cihê her kesî tê de hebe biafirîne.

Komîteya Amadekar a Pêncemîn Kongireya HRRK ê 29/1/2016

Ji boyî têkiliyan

Berpirsê komîteyê:

Mizgîn Gemo

Mal: 423920

Dest: 0951617437

Berdevkê fermî:

Şêro Hindê

Mal: 425640

Dest: 0933134997

http://rojava.net/hrrkrojava.html

 

Facebook

https://www.facebook.com/hevgertin