Share |

Daxwaziyek herî biçûk ji bo xizmeteke mirovatî û niştimanî yî mezin

Gelî mirovdostên hêja, azadîxwaz û kurdên niştimanperwer!

Di gel rêz û silavan de!

 

   Wek hûn dizanin, kûrbûn û berfirehiya karesata şerê DAIŞ beramber kurdan, ne tenê wijdanê gelê kurd, belko wijdanê hemû mirovên azadîxwazên cihanê jî hejand.

   Ev karesata ku heta niha jî di jiyana penaberên kurd de berdewame, heta dema ku dijminên dagêrker naçar dibin ku paşdevekişin û ew xelkên penaber  yên vedigerin ser mal û xaka xwe jî, hîna jî wî derdê dikşînin. Êdî pêwîstiya wan zêdedibin bi xizmet û pêwîstiyên herî giring û seretayî yên jiyana rojane. Her weha pirsgirêkên wek çereserkirina  derûnî û laş ya qurbaniyên şer û penaberan û avakirina bajar û gundan derdikeve pêş.

   Ev kar û xizmetana  tenê bi wan xelkên qurbanî naye pêkanin, belko pêwîstiya wan i hevakrî û piştgîriya berdewam heye, ji hêla ew kesên ku evro xwe wek hevkar û hevxebat dibînin di gel van qurbaniyan de û li gora pêkarîn û pêregihiştina xwe hevkariya wan dikin. Wek nimûne beşdarîkirin di xwepêşandanan de, anko beşdarîkirin di kampînên hinardina hevkariyê de, anko piştevanîkirina li mafên wan yên rewa.

   Ev roj di encama serdaneke meydanî de ji bo kampên ku penaber û koçber di nav de jiyan dikin û di encama ezmûna me ya pêştir li serşop û  paşmayên şer li navçê û dewrûbera me, her weha diyardeya durustbûna zarokên bê xwedî li( kolanan), wê rastiya tal û tijî êş ji mere eşkera dike ku zarokên penaber yên li kuçe û kolalnan dijîn, bi taybet ew zarokên penaber ku bav û dayikên xwe ji dest dane, beşê here lawaz û biserhatî yên nav civakê pêktînin û pêwîstiya wan bi çavdêriyek taybet heye.

   Ew zarokana ne dengê wan heye, heta ku kesên perpirs xwedî li wan derkevin di werzê hilbijartina te û ne milekî wanî bi hêz heye ji bo ku hêzên çekdar çekên xwe bavêjin ser milên wan. Lewra gelekî bê kes dimînin û tên piştguhxistin.

  Raste gelek dam û dezgeh û rêkxistin û fund û kesên ku bi hemî cûreyan, çi partîtî û olî û etnîkî û mirovî û bê alî be, yan cihanî be, bi hemî hêza xwe û li gora rewşa cografî û etnîkî û sedemên din, bi berdewamî yan bi şêweyekî demkî alîkariya wan xelkan dikin. Lê belê karesateke berdewam, çareseriyên berdewam divê. Di karesatên bi vî cûreyî de hemû demê hinek derzên mezin hene zû bi zû nayin dagirtin. Her weha kêm nînin ew xelkên mirovdost ku dixwazin alîkariyê bikin, lê belê ji ber nebûna kenalên bi bawer, anko ji ber tirsa ku ew alîkarî bê hûde biçin, sardibin ji şandina alîkariyê.

   Ev car ji bo li berçavgirtina ew rewşa me baskir, di heyva sîbtemberê 2014 an de, em hejmarek ji kurdên her çar perçên Kurdistan, ku niha li derveyî welat dijî , me  fundek Bi navê ( Kurdistan Children,s Fund)anko bi kurdî ( Fundê  Hana ji bo alîkariya Zarokên kurdistan) damezirand. Bi hêviya ku em bikaribin alîkariyek berdewam ji bo beşek ji zarokên biserhatî li hemû perçên Kurdistanê dabînbikin. Ev funda niha fermî ye li cem desthilata welatê Siwêd û kontoyê xwe yê fermî bi navê( 90 konto) heye. Bi wateyeke din ev rêxistin bi temamî di jêr çavdêriya dam û dezgehên pêwendîdar yê Siwêdî deye.

 

  Wekî kar, di nav sê salên ku ev rêxistina me ya bi navê ( Fundê Hana Ji bo alîkariya zarokên Kurdistan ) hatiye damezrindan, me karî her heyvê bi awayekî dîrket 2000 dolarên emerîkî, bi riya nûnerên xwe yên bawerpêkirî, wek  alîkarî bighînin 40-50 zarokên penaber yên Şengalê û Rojavayê Kurdistanê,  ku li kampên Başûrê Kurdistan niştecihin.

   Lê belê ji bo em bikarin vî karê xwe yê mirovane û azadîxwazane berdewam bikin, pêwîstiya me bi beşdarî û piştevaniya hemû kurdên dilsoz û hemî mirovên bi wijdan û azadîxwaz heye.

   Ji ber wê em berê xw didin her mirovekî dilsoz, bi taybet hûn yên rêzdar ku vê bangewaziya me dixînin, wek kurdekî mirovdost beşdariyeke berdewam û li gora pêkarîna xwe  di gel Fundê Hana de bike. Wek nimûne hên dikarin:

1- Heyvane dora 5 Dolaran, anko di rojekê de çend sent yan çend kronên swêdî wek alîkarî bişînin ser hisabî Fundê Hana. Yan jî ji bo kêmkirina têçûnên şandina pereyan, hûn dikarin alîkariya xwe kom bikin û yek car her çend heyva carekê bişînin.

2-Hewilbidin vê daxwaziya me bighînin hemû kes û dost û merivên xwe, ji bo beşdarbûnek demkî yan berdewam di gel Fundê Hana de. Weha em dibin toreke civakî bi hêz ji bo alîkarîkirina zarokên Kurdistan, bêyî ku tu bargiranî ji tu kesî re çêbibe.

   Fermon li xwarê zanyariyên pêwîst bibînin, derbarî jimara hisabê Fundê Hana ku niha di jêr çavdêriya dezgeha yasayî ya dewleta Siwêdê (Svensk Insamlings kontroll) û birêvebrên Fundê de ye. Hûn jî dikarin alîkariyên xwe bişînin ser vî hisabî. Tika ji we dikin edrêsê xwe jî ji mere bişînin da ku em we agahdar bikin ji gihiştina alîkariyên we.

Spas ji bo bersivdana we ji bangewaziya me re.

 

Fermon jimara hisabê Fundê Hana:

Nordea Bankkontonummer:

kontoNr: 3409005737

Clenning Nr :9960

Plusgiro nummer: 900573-7

Bankgiro Nummer: 900-5737

 Swish Nummer: 1239005737

 

Ev navnîşana malpera me ye:

www.kurdistan-cf.com.

Ji bo pêwendiyê:

info@kurdistan-cf.com

 

            Fundê Hana ji bo Alîkariya Zarokên Kurdistan

                                              09/07/2017