Share |

Dehemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman li Duhokê dest pê kir

Roja Şemiyê  9-12-2023 10mîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Duhokê dest pê kir.

 

Festîval bi serokatiya Amir Elî Mihemed Tahir û derhêneriya fîlmçêkerê Kurd Şewket Emîn Kurkî di bin dirûşma “Zimanê Kurdî” de bi rêve diçe.

 

Vekirina festîvalê bi nîşandana filmê “Bexdad Mêsî” ya derhênerê Kurd Sahîm Omer Xelîfe li hola konferansan li Zanîngeha Duhokê dest pê kir.

 

116 berhemên sînemakarên ji welatên cuda beşdarî vê festîvalê dibin û wê li hola sînema Duhokê bên nîşandan.

 

Kurtefîlm û belgefîlm di çend beşên pêşbazî û pêşbirkê de tên beranberî hev.

 

Wê di festîvalê de çalakiyên din ên wek konferans, civînên pisporên sînemayê û panêlên giftûgoyan jî bên lidarxistin.

 

Festîval ji 9 heta 16 Kanûna 2023 li salona kongreya zanîngeha Duhokê, bajarê Komeleya Sînemaya Duhok Mall berdewam dike.