Share |

Dengbêjê Çiyayê Kurmênc Bavê Selah koça dawî kir

Dengbêjê Çiyayê Kurmênc Bavê Selah
Dengbêjê Çiyayê Kurmênc Bavê Selah

Hunermend û dengbêjê Kurd yê navdar Bavê Selah ji ber krîzeke dil ku ji 23 Hezêranê ve di nexweşxaneyeke Efrînê de bû, îro danê sibê koça xwe ya dawî kir.

Dengbêjê Kurd Ebdilrehman Omer (Bavê Selah) 1952an li gundê Gorda ya Efrînê ji dayik bûye, roja 23 Hezêranê ji ber nexweşiya dil bo nexweşxaneya “Avrîn” ya Efrînê hatibû veguhasin, îro 14 Tîrmehê danê sibê li Efrînê koça xwe ya dawî kir.

Bavê Seleh, ku wek dengbêjekî herî navdar di warê starnbêjî û staranên Kurdî yên kevnar de li Rojavayê Kurdistanê û li perçeyên din yê Kurdistanê dihat naskirin, di destpêka salên 80î de dest bi dengbêjiyê kiriye, li Kurdistanê û gelek welatên Ewropa, Rûsya, Libnan, Urdin û Îmarata Erebî û welatine din aheng û şevbuhêrk bi starnên keltura Kurdî  encam dane, herwiha bi dehan kasêt û perçeyên vîdyo tomar kirine.

Bavê Selah ji dayika xwe Gulê û bapîrê xwe dengbêjê Efrînê yê navdar Îbrahîmê Tirko û dengbêjên din wek Cemîl Horo, Ehmed Axa û Silêmanê Aho stran û destanên Kurdî fêrî dengbêjiyê bû. Herwiha Bavê Selah xwe yek ji şagirtên hunermendê mezin Adîk dizanî, Adîkê jî berî koçkirina xwe, tembûra xwe diyarî Bavê Selah kiribû.

Bavê Selah yê ku ji ber karê dengbêjiyê gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyê hatibû girtin û zîndan jî dîtibû. di dirêjahiya stranbêjiya xwe de, gelek caran jî hatibû xelatkirin.

Bavê Selah gelek lêkolîn derbarê kelepûra Kurdî û stranên kevnar amade kirine, herwiha dîwaneke wî ya helbesta klasîkî amade ye, lê nehatiye çapkirin ligel arşîveke mezin li şûna xwe hêştiye.

 K24