Share |

Dergevanê xewneke wendayî…Helbest: Ronî Elî

 

Razê..

Dixwazim bi dizî.. Bi tenê

Navika demê vekolim

Tewla şevê dirêjbikim

Çima para min

Biharên kurmlêketîne

Çima li ber deriyê min

Dergevanên ji hêviyan reviyayî ne

Ne ez

Li serê çiyayên rût

Rojê werbêj dikim

Ne roj

Baskên qulingan bi ser min de

Vedigre

Razê..

Da çavên te

Devê birîna destê te

Di laşê min de.. Nebîne

Dixwazim bi tenê

Teneyên temenê stewer

Daqurtînim

Û rêya vêgerê bikolim û bişopînim

 

Razê..

Da xwena duh

Di mistên kelandî de

Nequrçife

Bila karwanê dilê te

Ji ava baranan têr bibe

Razê..

Deng li zengilê demê neke

Bila dilê payîzîn veneciniqe

Ev der

Qada şerê evîndaran e

Li hawîrdorê

Rimên poz bixwîn

Kavil ji guliyên zeriyan

Binav kirine

Sînor li ser lêvên xaniman

Dabeşkirine

Razê..

Da kanibim di siha xwenên te de

Bihnvedanekê bi dil dim

Razê..

Êdî Sibeh

Deng li rêwiyên şevê dike