Share |

Di 120 Saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî de, Mir Miqdat Medhat Bedirxan Û Kurdistan

 

 

 (Gelî mîr Axa û Paşano! Ez ji we dipirsim, kê ji we heta niho ji wetenê xwe re çi kiriye, da em bizaninhun hez wetenê xwe dikin, hezkirina weten ewe ku mirov nehêle dijminê mirov bikeve nîv wetenê mirov de. Hezkirina weten ewe ku mirov wetenê xwe yava bike, mekteba, medresa û xêrata çêke, hezkirina weten ewe ku mirov zaroyên wetenê xwe bide xwendin, bide e`limandin û sin`et û me`erîfeta..)

 

 

 Mir Miqdat Medhat Bedirxan, Rojnameya Kurdistan/1898, hejmar (2), rûpel (1), Qahîre.

 Di dawiya sala 1897an de Mir Miqdat Medhat Bedirxan ji ber nexweşiyê çûye Qahîre û li wir rojnameyek bi nave KURDISTAN ji bo pêşketina Kurdan weşandiye, hejmara (1)ê di 22ê nîsana 1898an de derçûye û hejmara dawî (31), di 14ê nîsana 1902an de.

 Bi tenê wî her (5) hejarên pêşîn derxistine, û naveroka her 5 hejmaran bi nivîsên wî dihatine xemilandin, di peyre birayê wî mîr Abdurehman Berdirxan weşana rojnameya KURDISTAN berdewam kiriye, ta ku hejmarên wê bûne (31). Ango rojnameya Kurdistan (1898) Rojnameyeke 15 rojî bû, cihê weşandina wê ji hejmara (1-5)an li Qahîra bû, xwediyê wê Mîr Miqdad Midhet Bedirxan bû, hejmarên mayî ji (6-31)ê xwediyê wan Mîr Ebdirehman Bedirxan bû, birayê Mîr Miqdad, cihê weşandina wan ji (6-19)an li Cinêvê çap bûne; ji (23-20)an jî careke din li Qahîra çap bûne; hejmara (24)an li Londonê çap bûye; hejmarên (29-25), li Folkostonê û herdu hejmarên dawîn li Cinêvê çap bûne. Tev hejmar hatine dîtin ji bil hejmara (19)an, hêj ev hejmar nebedî ye.

 Konê Reş, Qamişlo, 16.04.2018