Share |

Di 25 Saliya Mihemed Arif Cizîrî de 16 C D yên Bi Dengê Wî

 

Bi helkefta ku di roja 17.12.2011 an de 25 sal di ser koçkirina Mihemed Arif Cizîrî  re derbas dibin û wek wefadrî û rêzgirtin ji nav û dengê wî re, birêz Abdulla Rawî, xwediyê (Rawî Production), li bajarê Qamişlo komek ji stranên rehmetî Mihemed Arif Cizîrî yên bijarte û têvel di 16 CD yan de tomar kirin û ji bo guhdar û evêndarên strana Kurdî a orjînal û resen daxistin bazarê..

 

Hêjaye gotinê ku birêz Abdulla Rawî hêjî dixebite ku komek stranên Mihemed Arif yên din jî di 16 CD yan de amade bike bo guhdaran..

Em jî, ji dil vê wefadariya kak Abdulla Rawî, westandin û gera wî a Duhokê bi dûv stranên Mihemed Arif de spas dikin û bi çavekî mezin li vê xebata wî mêze dikin û jêre dibêjin destên te sax bin.

 

 

Evîndarên Dengê Mihemed Arif Cizîrî

Qamişlo, 07.12.2011