Share |

Di Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan de hestên jinên ciwan

9`emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinan rojên 1 û 2'yê Adarê ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve û bi hevkariya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişloyê hat lidarxistin.

 

Îsal tevlêbûna jinên ciwan zêde bû. 21 Jinên ciwan bi 27 tabloyan beşdarî mîhrîcanê bûn.

 

Yek ji wan Leyla Meryî (20) bû. Meryî ji 8 saliya xwe ve dest bi wênesaziyê kiriye û cara yekemîn e tev li vê mîhrîcanê dibe.

 

Leyla Meryî bi 3 taybloyên xwe beşdarî mîhrîcanê bûbû. Her tabloyeke wê jankêşiya jinan a ji ber fikrên dijberî rastiya jinan, qirkirinên ku pêre rû bi rû dimînin, deng û rengê jinan îfade dike.

 

Hîlaz Omer (18) jî ji 10 saliya xwe ve şêwekariyê dike û tabloyên wê balê dikişînin ser jin û xwezayê.

 

Hîlaz Omer ji me re diyar kir ku ew wênesaziyê wekî cîhaneke taybet ji xwe re dibîne. Omer bi 2 taybloyan beşdarî mîhrîcanê bûbû û diyar kir ku wê xwest bi rêya vê hunerê êşa bêdengiya li hember zordaran derxe pêş.

 

Tolîn Içmo (19) jî ji zaroktiyê ve hezkirina xwe ya ji xêzkirinê ligel wê hebû, di 2018`an de xwe bêhtir fêr kir û ev 4 caran e beşdarî mîhrîcanê dibe.

 

Tevahiya tabloyên ku Içmo çêkirine girêdayî rewşa jinan e û her dem jî rengên zer û reş bi kar tîne.

SÎMA BIROKÊ

ANHA

 

 

 

diyarname