Share |

Dilşad Seîd li ser muzîka Kurdî doktora wergirt

Dilşad Seîd
Dilşad Seîd

Hunermend û muzîkjenê navdar ê Kurd Dilşad Seîd roja 19-06-2018an bi merasîmeke fermî di warê muzîka Kurdî de ji Zanîngeha Mozart a li bajarê Salzburg ê welatê Awusturyayê (Nemsa) bawernameya doktorayê wergirt.

Bawernameya doktorayê ya hunermendê Kurd Dilşad Seîd li bin navê "Lêkolînek li ser muzîka Kurmancî – Li ber çav girtina stranên rîtmî" bû, ku Dilşad Seîd bawernameya xwe bi pileya "gelek baş" ji Zanîngeha Mozartê wergirt.

 Dilşad Seîd li ser vê mijarê ji Rûdawê re ragihand: “Bêguman yekem car e ku lêkolîneke akademîk a bi vê şêweyê li ser muzîka Kurdî – Kurmancî li zanîngeheke Ewropayê tê kirin, herwiha behsa li têkelbûna muzîka Kurdî li gel gelên cîran dike.”

 

Hunermendê navdar Dilşad Seîd ji bilî stranên Kurdî, li ser govenda Kurdî jî lêkolîn kiriye û li ser vê mijarê dibêje: “Di heman demê de di vê lêkolînê de gelek cure govend, dîlan û helperkeyên Kurdî hatiye qalkirin, ku li ser bingeha rîtm û rîtma awaz lêkolîn hatiye kirin, piştre jî taybetmendiya muzîka Kurmancî hatiye destnîşankirin.”

 

 Dilşad Seîd di vê lêkolîna xwe de çend rastiyên veşartî eşkere dike û dibêje: “Piraniya muzîkên Kurmancî, gelek ciyawaziyên wan li gel muzîkên gelên Rojhilata Navîn û devera Qafqas heye, herwiha rîtma aloz û ecêb a bi navê Rîtma Corcîna heye ku li nav Kurmancî û hinek li deverên Iraqê tê bikaranîn. Lê piştî lêkolîneke baş derket holê ku ev rîtm ji Kurmancî hatiye wergirtin.”

 Rûdaw