Share |

dilopên çavên kêliyê ... Kamran Simo Hedilî

 

bêdengî

dilop dilop

dipale paşila hêviyê

malzarok stewr û giyan lal e

Zimanê min

bûye armancgeha

tîrên jibîrkirina peyvan

ferheng bûye serada

ezmûna nexweşxana dînan

pêjina tariyê

kenê rûyê asîman winda kiriye

ewrên xirab

neyên naskirin

mirin

li evînê ziwa dibare

dilovanî

di parsûyên vînê de birîndar dijî

û

narîniya heyvê tike dikê

ku tiştêkî bikim

dil

bi xewnên

hezarên şevan hatiye şuştin

û

hezkirin bûye pola

bi awirên wê

ba bêdeng 

û

pêlên

gol û çeman xwe vedişêrin 

çiya henas tînin

bêhna

baskên nêrgizan nêzîk dibe

sîbera jan û şadiyê

dibe

lihêfa min

dibe lihefa germkirina min

 

02.02. 2010