Share |

Duyemîn Festîvala Şal û Şapik li Zaxoyê hat lidarxistin

  Duyemîn Festîvala Şal û Şepik û Cilûbergên Kurdî  roja 15 gulanê li Zaxoyê dest pê kir. Festîval dê du rojan berdewam be û çendîn çalakiyên cuda hatin pêşkêşkirin.

 

Ji her çar parçeyên Kurdistanê beşdarî Duyemîn Festîvala Şal û Şepik û Cilûbergên Kurdî îro li Zaxoyê dibin ku armanca wê parastina çanda Kurdî ye.

 

  Roja yekem danê sibê panel, govend û muzîk e û êvarê jî birgên numayişkirina cilûbergan û şal û papikên Kurdî  hate li darxistin.”

 

 Û di roja duyemîn de dê bi beşdariya hunermenda Bakurê Kurdistanê Aynûr Dogan  konserek mezin ya hunerî hate lidarxistin.”