Share |

Duyemîn Xelata Zara Bo Zimanê Kurdî, bo Xalid Mihemed hate pêşkêşkirin

Duyemîn Xelata Zara Bo Zimanê Kurdî, bo Xalid Mihemed hate pêşkêşkirin
Duyemîn Xelata Zara Bo Zimanê Kurdî, bo Xalid Mihemed hate pêşkêşkirin

Roja Yekşemî rêkefta 7ê Çileya 2024an, rêûresma “Xelata Zara Bo Zimanê Kurdî” ji aliyê Saziya “KURDŞOP”ê ve bi beşdariya nivîskar,

rewşenbîr û kesayetiyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê, li Hola SEMA ya Capîtol Hotel li bajarê Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê bi rê ve çû û xelat bi xatûn “Emîne Emer” ya naskirî bi navê Keça Kurd nivîskar û wergêra Rojavayê Kurdistanê re hate pêşkêşkirin.

Rêûresm bi sirûda “Ey Reqîb” û sekînandina bîstek bêdengî ji bo rêzgirtin ji canê paqêj ê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

 

Piştre “Welat Qadirî”, Serokê Saziya KURDŞOPê, gotara xwe derbarê gotara Kurdayetî, girîngiya ziman, wêje û kultûra Kurdî û armanca saziyê pêşkêş kir, herwisa tekezî li ser armanc û mebesta bexşîna Xelata Zarayê Bo Zimanê Kurdî kir.

 

Di berdewamiyê de înfogirafîkek li ser çalakiyên KURDŞOPê di du salên borî de, bi zimanê Kurdî-Soranî hate belavkirin, piştre çend parçe muzîk û stran ji aliyê du hunermendên xelkê Rojavayê Kurdistanê yên bi navên “Nûrşîn û Perwîn” ve hate pêşkêşkirin.

 

Paşê mamoste “Sûdad Resûl”, wek nûnerê lîjneya Xelata Zarayê, rapora lîjneya dadwerên xelatê xwend û navê xatûn “Emîne Emer” wekî xelatgira îsal a Xelata Zarayê ragihand.

 

Piştre mamoste “Ebdulah Hesenzade”, kesayetiyê siyasî û wêjeyî yê naskirî yê Rojhilatê Kurdistanê, Xelata Zarayê pêşkêşê Mamoste “Xalid Mihemed” wek nûnerê “Emîne Emer” di rêûresmê de kir. Paşê vîdyoyek amadekirî li ser jiyan û berhemên “Emîne Emer” hate belavkirin.

 

Di beşa dawiya rêûresmê de, peyama vîdyoyî ya mamoste “Zara Mihemedî” ku ji bo rêûresmê şandibû, hate pêşkêşkirin.

 

kurdshop.net