Share |

Duyem festîvala wêje ya Mem û Zîn li Hewlêrê birêve çû

 

 

 

Navenda rewşenbîrî ya Mem û Zîn bi alîkariya rêveberiya giştî ya rewşenbîrî û hunerî li Hewlêrê li salona rewşenbîrî û bi amadebûna hin nivîskar û rewşenbîrên kurd ve duyem festîvala wêje birêve bir û xelata sala 2021ê ya festîvalê jî ji nivîskar û roman nivîs Jan Dost re hate dayîn.

 

Festîvalê de parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û wekîlê wezîrê rewşenbîrî û ciwanan a hikûmeta herêma Kurdistanê û rêveberê giştî yê rewşenbîrî û hunerî yê Hewlêrê jî amade bûn.

 

Festîvalê de panelekî ve rewşa wêjeya Kurdistanê bi beşdariya nivîskar û lêkolînva Dr. Heme Mentik ji başûrê Kurdistanê, nivîskar û lêkolînvan ji Rojhilatê Kurdistanê Şerîf Felah, Xalîd Cemal ji Rojavayê Kurdistanê birêve çû û moderatorê panelê jî nivîskar û wergêr Ferhad Çomanî bû.

 

Xelatê salane û taybet ê festîvala wêje ya Mem û Zîn jî ji nivîskar û roman nivîs Jan Dost re hate dayîn û di gotara xwe de Jan Dost jî spasiya rêxistina wê festîvalê kir û got, wergirtina xelatê ji aliyê netewa min bixwe ve ji bo min fexr û serbilindiye.

BasNews