Share |

Ebdulqadir Mûsa: Dixwazim bi Zimanê Kurdî Diplomasîya Toreya Kurdî li gel Toreyên Din Lipêşxim

 

Di pişbirka çandî de ya wezareta çandê li Birlînê ya sala 2018'an, helbestvan û wergêr Ebdulqadir Mûsa xelatek wergirt li ser piroja xwe ya bi navê "Serê Penaber û Palgeha Xewnan ya Vecinqî."

Ev pişbirka çandî ji bo nivîskarên ku ne bi zimanê Elmanî dinivîsînin û li Berlînê dijîn.

Li gorî Ebdulqadir, piroja wî ji nav 266 pirojeyan bû, ku bi tenê 6 ji wan hatin hilbijartin û ya wî yek ji wan bû.

Ev xelat diravî ye, da ku alîkariya nivîskar bike ji bo karê nivîsînê û karibe piroja xwe bi bihinfirehî bidawî bike.

Ebdulqadir ji sala 1995'an li Elmaniya dimîne û li ser zimanê kurdî û nivîsîna wê kar dike, him bi nivîsandina helbestê yan jî wergerê.

 

Luqman Ehmed

Dengê Emrîka