Eyşe Şan a ku wekî “Şahbanûya Bêtac” a muzîka Kurdî tê naskirin, di 29emîn salvegera koça xwe ya dawî de, bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, li Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezanê bi merasîmekê hat bibîranîn.
Di merasîma ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin, Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), MA Music û Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê ve hat lidarxistin de; malbat û dostên Eyşe Şanê, Hevberdevka Meclîsa DBB’ê Demet Ceylan, Seroka Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî Zeynep Yaş, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî amade bûn. Berî merasîmê, ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin ve ji bo salvegera mirina Eyşe Şanê xêra wê loqme hatin belavkirin.
Her weha di bernameyeke ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hat organîzekirin, şahbanûya bê tanc a muzîka kurdî Eyşe Şan, di 29emîn salvegera koça xwe ya dawî de bi paneleke li ser jiyan û muzîka wê û bi stranên wê yên ku di bîran de mane hat bibîranîn.
Bernameya du rojî ya ku ji aliyê Serokatiya Daîreya Karên Çandî, Hunerî û Civakî ve, bi hevkariya Komeleya Çand Huner û Edebiyatê ya Jinan (KASED), MA Muzîk û Navenda Çanda Dicle Firatê hat lidarxistin, bi stranên Eyşe Şanê bi dawî bû.
Di bernameya ku li Salona Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin hat lidarxistin de, di bin moderatoriya Seroka KASEDê Salîha Ayata de panelek hat çêkirin. Di panelê de Seroka Daîreya Karên Çandî û Civakî Zeynep Yaş û derhênera şanoyê Berfîn Zenderlîoglu wekî axifker beşdar bûn.
Piştî panela ku bi pirs û bersivan berdewam kir, hunermendên Navenda Çanda Dicle Firat û Ma Muzîkê stranên Eyşe Şanê yên ku her dem tên gotin dan nasîn û kêliyên bi efsûn dan jiyîn. Murat Kersen ê ku piştî konsertê bi dayîna kulîlkan hunermend pîroz kirin, wiha got: "Guhdarkirina stranên dayika min ji zimanê vî nifşê ciwan, ez pir hestiyar kirim. Ez hêvî dikim hûn bigihîjin astên pir bilindtir."