Share |

EYŞE ŞAN Lİ ROJAVA HAT BİBÎRANÎN

Stranbêja kurd a navdar Eyşe Şan li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê bi semînarekê hate bibîranîn. Nivîskar û rewşenbîrên Dêrikê dibêjin ku divê nifşên nû jî hunermendên weke Eyşe Şan nas bikin ji bo ku ew jî kultûr û çanda xwe biparêzin.

Bi strana ku bi navê wê destpê dike, stranbêja Kurd a navdar Eyşe Şan li bajarê Dêrikê ya Rojavayê Kurdistanê hat bibîranîn.

Tevî rewşa ku Rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibe, lê nivîskar û hunermendên vê beşa Kurdistanê, stranbêjên ku rola wan di parastina çand û kultûra kurdî de heye, ji bîr nakin.

Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan a Sûriyê, semînareke rewşenbîrî û hunerî li ser jiyana Eyşe Şan li dar xist.

Ne tenê nivîskar lê stranbêjên Dêrikê jî behsa girîngiya bîranîna hunermendên ku gelek stranên kurdî ji mirinê rizgar kirine dikin û dibêjin ku gerek hemû nifşên nû bizanibin Eyşe Şan kê ye daku rêya wê ya parastina çanda kurdî bişopînin.

Navdarbûna Eyşe Şan ne ji valahiyê hatiye,  wê di jiyana xwe de xebateke bêhempa ji bo parastina kultûr û çanda kurdî kiriye û di demekê de ku zilamên Kurd li Bakurê Kurdistanê ji ber siyaseta ku li dijî Kurdan dihat meşandin neçar dibûn ku kincên Kurdî lixwe nekin, Eyşe Şan bi kiras û fîstanên kurdî derdiket pêşberî gel li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê û bi dengê xwe yê nazik ji bo Kurdistanê distirand.

Ji bilî xurtkirina hestê niştîmanî bi gotina stranên weke Pêşmerge ne, Newroz û Diyarbekir, Eyşe Şan bi wê yekê jî tê naskirin ku stranên wê, wêneya civaka kurdî ne, weke strana “Derdê Hewiyê” ku têde behsa zordariya mêran û biçûkkirina kesayetiya jinê di civaka Kurdistanê de dike.

 

Eyşe Şan di sala 1938an de li Amedê jidayik bibû û li di 56 saliya xwe de sala 1996an de li Izmîrê çûbû rehma Xwedê.

 

(Rûdaw)