Share |

Festîvala Çand û Hunerê ya HRRK'ê li dar dikeve

 

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) 4'emîn Festîvala Çand û Hhunerê ya Rojava îsal careke din li dar dixe.

HRRK ya Ewropayê ev sala çaran e vê festîvalê li dar dixe lê îsal cudabûneke ew e ku dema ev festîvala li Ewropayê li dar dikeve, li rojavayê Kurdistanê jî HRRK bi heman şêweyî festîvalek din jî li dar dixe.

4'emîn Festîvala Çand û Hhunerê ya Rojava îsal 20'ê gulanê li dar dikeve.

Li gor daxuya HRRK'ê dê birek ji rewşenbîriya kurdî  beşdarî festîvalê bibin. Festîvala ku li bajarê Wuppertala Almanyayê li dar bikeve de dê mînakên ji helbest, muzîk, sitran,

şano û çîroka kurdî bê pêşkêş dibin.

Îsal jî sê beşdarên mêvan hene ku her yek ji parçeyek, bi gotinek din ji  başûr, rojhilat û bakurê Kurdistanê ne.

Li gor bernameyê ji Hekîm Sefkan, Helîm Yûsiv heta Hesen Îrandost, ji Xebat Şakir heta Narîn Şêxê bi dehan hunermend dê li fesTîvalê amade bin.

Ji bo kesên herin li festîvalê temaşe bikin derî vekiriye.

Dîrok:20.05.2017

Navnîşan: Gathe 6, 42107 Wuppertal.

Demjimêr: 11:00 - 17:00

 

Diyarname